Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teyrê sîmir] de;

7. teyrên efsaneyî nizanim çima li gelek welatan nîşaneya vejînê ne. weke mîsal phoenixa ewropî ku hîmên wê digihîjin çîrokên mezoptamya, misir, hindistan û îranê, namire. gava emirê wê digihîje astekê di şûna xwe de dişewite û dibe xwelî bes dû re ji nav xweliya xwe radibe dîsa. (Reenkarnasyon)

û teyrê Sîmir ku di xebroşkên kurmancî de gelek caran mîrza mihemedî ji heft qat binê erdê derdixe ser rûyê erdê, ev yek jî nîşan dide Sîmir weke phoenixê ji nav xweliyê/axê radibe û lehengan jî bi xwe re rast dike.

Û mêbûna van teyran berçav e jixwe. çunkî welidandin aîdî zayenda mê ye phoenix rasterast xwe diwelidîne. Sîmir jî di çîrokan de pirî caran weke dayîka çêlikan tê behskirin.



06.02.2021 05:00 | tizbîkêş