Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdiya akademîk] de;

46. pir xwezayî ye ku peyvên nû bikevin nav zimanekî, an zimanên cuda hin peyvan ji hev û du “deyn” bikin. tişta ne xwezayî ew e ku li gor pêdiviyên jiyanê, yên wî zimanî, çêkirina hin peyvan a ne ji aliyê akademîsyenan, sazî û otorîteyên ziman ve, lê ji aliyê her kesekî ku fêrî xwendin û nivîsandina ziman bûye ve!.. Navê vê kambaxiyê jî bûye zimanê akademîk, an jî zimanê bilind(!) Li gel tevlîheviyekê û hev û du nepejirandinê, ev yek di heman demê de dibe sedema girankirin û daxistina kalîteya wî zimanî. Divê li mînakên welatên xwedî otorîte, sazî û dezgehên bi vî rengî ne yên pêşkeftî, bê nêrîn ka ew çi dikin. Beriya her tiştî, her nivîskarek xwe mîna otorîteya wî zimanî bi nav nake û wî barê giran nade ser mile xwe, wê neheqiyê li xwe û li zimanê xwe nake. Lewra zanyarên wê beşê hene, akademîsyen in û di saziyên fermî yên dewletê de, xwedî otorîte û biryar in. Pêdiviya peyveka nû, di nav wan de tê nîqaşkirin, biryara wê tê dayîn û dikeve nava gel û ser pênûsa nivîskar. Yê me, bê guman ku ji bêderfetiya vê yekê rû dide û pêvajoyek e ku dê derbas bibe. Bi temamî jî neyînî nine bi ya min. Lewra ev peyvên “çêkirî” hemî jî dê sibe ji aliyê sazî û dezgehên vî gelî ve, ji aliyê otorîteyên zimanê vî gelî ve bêne nîqaşkirin û pir pêkan e ku hin ji wan an gelekên wan jî, bi fermî êdî bêne bikaranîn û bikevine nava zimanê kurdî. Lê ev rastî jî, nabe sedema rêlibergirtina rexneyan. Bi tenê her kesek cihê xwe bizane, dê pir tişt pê re sererast bibin.



07.02.2017 15:48 | tizbîkêş