Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîr] de;

10. kurdên qaşo zana û rewşenbîr gotine ku peyva mîrê ji erebî hatiye nava kurdî û dema desthilatiyên kurdî yên cuda cuda avabûne jî, wê peyvê ji serokê xwe re bi kar anîne, weke mîrê hekariya, mîrê xerza û mîrê felan û bevan derê… peyva mîrê ji zimanê kurdî hatiye dizîn. peyva mîrê, peyveke pir kevn a neteweyên arî ye, berê weke "mîthra" hatiye bikaranîn. ev peyv nîşana xwedêyê rojê bûye.

ev peyva "mîthra"yê pêşî ji nêv ariyan çûye nêv împeretoriya romayê û li londonê bi cih kirine. lê belê piştî ku xirîstiyanî li stenbolê bûye ola fermî, oldarên fileh vê peyvê ji holê rakirin.
îcar dema ku artêşa îslamê çend welatên ariyan vegirtine, gelek berhem û peyvên hindûîranî (kurdî, farisî, urdu, peştu, darî û hwd) birine û xistine nava zimanê xwe. ev peyva "mîthra"yê di nava neteweyên arî de, hatiye guhertin û di pêvajoya demê de bûye “mîhr”, piştre jî bûye mîr. li gelek herêman kesê ku desthelatdar bûye, navê wî bûye MÎR, xasma jî li Kurdistanê pir belav bûye.



06.02.2017 18:18 | tizbîkêş