Tirşik - Profîl
tirşik-profîla serhed7

profîla "serhed7"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên favorî ên nivîskaran] de;

2.

Janya



xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

naqosên dêran kerr...

minare kin...

doktrînên dekolte lixwekirî evdal...

sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû

damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne

barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko

hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî

xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re

vokalîstiyê bike

(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)









peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li

ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar

dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin,

aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm

dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di

devê min re derkeve ji qehra...







çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan

çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û

çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê

gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min

venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir,

maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez-

danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez,

min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal-

ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen-

garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam,

goştê hov ji te re ricifeke ruh divê,

nêrîneke şêtiya şûran divê,

ez heta qirikê binicihê tirbê

..............................hilnayêm janya

..............................hilnayêm porkurê

..............................di tirban de hilnayêm ha! ! !







a li eniya te nivîsî ne ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê

min e, dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min

dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr

didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te xwezî

janya min îmana te ya rewnaq bihewanda, xwezî berxê ji

xeynî te pê ve, bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira,

bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeren-

da, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te biki-

ra zîndana zimanê xwe

lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

ez hêmayeke heyama hewaran,

di herban de nîşangeha riman

serî gog, çav xar, zikçirîyayî



RÊNAS JİYAN



26.07.2013 03:59 | serhed7