Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seranser

profîla "seranser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [organîzasyona şeva govendê ya li stembolê] de;

9. Hevalno bernameya me xuya bû. Em ê roja 27'ê cotmehê, yekşemê li ber peykerê Qada Taksîm'ê li hev bicivin. Hûn dikarin li wê derê beşdarî govenda me bin. Em ê heya evarê saet 19:00'an li wê bin, kengê bixwazin dikarin werin.



Beriya wî jî nîvro saet 12:00'an de li Şahmeran Cafe ya li İstiklal'ê em ê bi hevalan re rûnîn û çayê vexwin. Hevalên ku dixwazin bila kerem bikin werin, wê îkrama çayê jî hebe. Tev hevalên li Cafe'yê em dê saet di 14:00'an de derkevin û werin qadê.



Şahmeran Cafe navnîşan: kolana Sadrî Alışık, No: 24, İstiklal..



Li gel silavan



https://www.facebook.com/events/205993736248601/



18.10.2013 21:11 | seranser

8. fermo. em bûn 54 kes. xwedê nehêle, ev jî zêde ye yaw.



navnîşana çalakiya me: https://www.facebook.com/events/205993736248601/



18.10.2013 00:05 | seranser

5. em niha 39 kes in. de hadê hevalno, welleh fedî ye ji were lo..



17.10.2013 22:16 | seranser

2. hevalno ku hûn dixwazin beşdar bin li ser vir an jî bi rêya e-peyama min min agahdar bikin. serdar_menge@hotmail.com



edit: em niha bûn 11 kes.



17.10.2013 20:21 | seranser

1. niha kete serê min hevalno bi min negirin!! 2-3 deqe berê min li ser youtube'ê li govendan temaşe û guhdarî dikir, fikirîm gelo min herî dawî kengê govend girtiye? welleh billeh hindik mabû ku ez rabim û serê xwe li dîwaran xim! biryar da ku organîzasyoneke govendê li dar xim û em kurdên li stenbol'ê vexwÎnim ji bo govend girtinê. ji aniha ve pênc-şeş nivîskar serî lê dan * ka hûn dibêjin çi ji bo vitikiyê?? wê cîh û saet paşê were daxuyandin. mînak ev e: http://www.youtube.com/watch?v=CIgD6udfQQ0



li benda nirx, şîrove û nîqaşên we me ha..



17.10.2013 18:44 | seranser