Tirşik - Profîl
tirşik-profîla seranser

profîla "seranser"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fîlmên ku nivîskarên tirşikê vê dawiyê darî kirine] de;

10. nîvemang (half-moon). ev demeke dirÊJ E TU FÎLM WEKE VÊ YEKA DAWÎN YA MiN TEMAŞE kiriye min di bin bandora xwe de nehiştibûn. jixwe tê zanîn ku bahman gobadî derhêner û senarîstekî cewaz e, lêbelê ev fîlm, bi hêleke ecêb ji fîlmên gobadî yên din vediqete.



hûn dizanin, gobadî hunermendekî welatparêz, kurdewar û nijadperest e. di hemu fÎlmên xwe de qala kurdistan'ê û gelê kurdistan'ê (ne tenê kurd) dike. xwe di nav sînorên kurdÎtiyê de dÎl nagire, ji ber ku pirçand e.



nîvemang, çÎrokek li ser rêyan derbas dibe ye. hunermendê navdar "mamo" û 11 kurên wî, piştî azadbûna başûrê kurdistan ji bo beşdariya şahiyekê dixwazin biçin paytexta başûr, hewlêr'ê. saz û cil û bergên xwe kom dikin û dikevin rêya "kurdistana azad". fîlm, hema bêjin tevahÎ li ser vê bingehê tê peydakirin.



pêşî rastî zextên polîsê farsî tên, ji wan difiltin lê leşkerên îranê dor ji polîsan digirin û pêşî li wesaÎta wan digirin. ji wan jî difilitin lê ev gav polîsên tirk pêşî li wan digirin û koma wan ji hev belav dikin.



di dirêjahiya filmê de, bi kurtasî sahneyên ecêb jî hene. weke mînak, sahneyekê de qala Van gogh tê kirin. mamo, bêhemdî gule bera kurekî xwe daye Û perçekî guhê wÎ firandiye.



tiştê ku herî pir mirov dike bin bandor jî heşo (stranbêjeka jin) ye. di gundekî ku 1334 jinên stranbêjên mişextî tê de dijÎn de dijî. û yeka din, di destpêka fÎlmê de mamo di hindurê tabÛtekê de li hewayê dinêre. heyvek nîv tê dîtin (nÎvemang). di dawiya fîlmê de jÎ, dîsa demeke mamo li hewayê dinêre, jinek ji jor de dadikeve û dibêje ku ew ê mamo bigihîne hewlêr'ê. navê wê jî nîvemang e.



(youtube:http://www.youtube.com/watch?v=BXcd6daWc80)



14.12.2013 17:38 | seranser