Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pir xweş e] de;

3. straneka ciwan haco ye ku gotinên stranê ji ber helbesta cegerxwîn a bi navê ev dinya pir xweş e hatiye wergirtin. Niha min li ser înternetê encax ev peyda kir ku tişteke tiroviro û nîvco ye de êdî îdare bikin.



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



Dev li ken in sorgul

Ser dihejin sunbil

Xurxur ji avê tê

Hilm û sirra bê tê



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



Destê yar bi destim

Ez serxweş û mest im

Kûpik dev û lêv in

Mêze herdû sêv in



Pala xwe da ser min

Bê fehêt û şerm in

Gelek xweşe ev jîn

Em bûne wek Mem û Zîn



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



Em zava û bûk in

Pêwan li me çûk in

Pal dane ser şînî

Kesek me nabîni



Hawir me zennar in

Perde pel û dar in

Guldestê evînê

Daxwaza vê jînê



Pir xweş e pir xweş e

Ev dinya pir xweş e

Yar paldaye ser min

Rû wek gula geş e



(…)



(Cegerxwîn, Dîwana 4a, Ronak)



28.04.2015 00:43 | ceso