Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [roja ku evîndar ji terîka xwe xilas dibe] de;

3. (bnr: baş e ku nebûye)

(bnr: mala xwedê ava be)

roja ku mirov ji serxweşiya evînê şiyar dibe û tê ser hişê xwe û cehnima... ewk...



xelasnebûna ji vê rewşê li tirkiyê sedema gihîştina mûzîka erebesk e ku li ser neviyên heyamekî travmayên mezin hiştiye. wisa travmayekî ye ku yên dikaribûn evîneke bextewer bi dest bixin jî xwe dikirin ber bayê vê rewşê û dest bi ax û ofan dikirin ku ev ekol bi qasî dinyayekê aforîzmayên li ser komyonan nivisandî ( kamyon arkası yazıları) hiştiye.



hinek jî tu tiştek li holê tunebe jî wekî ji wan re bi hevokek wiha "divê tu ji bo êşeke bêhempa bikişînî, ji xwe re evîneke yekalî zû bi zû bibînî" wehî hatibe, dest bi gera evîneke negengaz dikirin. piştî ku vê astê temam kirin êdî merhaleyên weke alkol, esrar, cixare, cilêt û müslüm gürses dest pê dikirin

xwedêyo bêlome be îmana min ji vî haletê bêhal diçû. eger mirov zînekî dît heq heye ku mirov bibin mem lê li tirkiyê herkes dibe küçük emrah*



26.03.2015 16:23 | ceso