Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emoji] de;

9. bikaranîna emojiyan ne sunnet e ferz e ferz e. di rojên min ên borî de gava ez li zaningehê bûm ji ber ku hêj emojî îcad nebûbûn ji ber xeletfehmkirinê ez û hevala xwe bi hev ketibûn û ez av û av çûbûm. îroro ez bêemojî nikarim peyaman bişînim hima bibêjin ez emijîkolîk im. ji ber ku her îfade bi hesteke cuda tê gotin û ev îfade mirov nikare veguhêze nivîse û ez mirovek wisa me ku di hemû gotinên xwe de îroni û mîroniyan bi kar tînim henek menekan dikim yanî eger emojî tunebin muheqqeq wê di dawiya her peyamên min de şer derkeve* bi xêra emojiyan qet nebe ez vê rewşa neyînî ber bi pozîtîfbûnê ve dibim. carna jî peyamên henek ên ku ji min re têne ji ber ku emojî di xwe de nahewînin ez cidî fehm dikim û bersivek wisa cidî didim. ji kerema xwe re gava we peyama xwe nivisî emojiya xwe jî pêve bikin.*



02.07.2015 12:38 | ceso