Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [avahad vahar] de;

3. Stran ji hêla jineke nepenî ve tê gotin. Têkaliya stranê û hossein alizadeh ez ne xelet bim di bara amadekirina mûzîkê de ye û jixwe hossein azerî ye û bi kûrdî nizane - dibe ku ez xelet bim jî- ew jina ku vê stranê dibêje ew jina ku di fîlm nîwemang de dilîze bixwe ye lê em li hêviya xwedêjêraziyekî ne ku ji me re agahiyan derbarê wê jina nepenî de binivîse.*



05.05.2015 22:52 | ceso

2. gotinên stranê:

Awa had wahar deştûkê rengîn

(va hat bihar deşt û ber xemiliye)

Dilî alem şad dilî min xemgîn

(dilê herkesî şad lê dilê min xemgîn)

Rengzerdiyî xezan xetay payîz e

(Çilmisîna deşt û beran xetaya payîzê ye)

Rengzerdiyî dilî min dûriyî azîz e

(Çilmisîna dilê min ji dûrbûna dilketî ye)

Persîm le çîmen ew gewra kî ye

(Min pirsî gulistanan ew gewra kî ye)

Fermûyî xalq? mecnûn şeydayî lê niye

(Xelqê got ho mecnûn ew hê dîn nebûye)

- ew peyva xelq min tam fehm nekir dibe min xelet jî nivisîbe lê yên din ev in-



05.05.2015 22:42 | ceso