Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îşkenceyên ku di berberên mêran de tên kirin] de;

3. (bnr: eloyê kor ji weloyê re dibêje min di çavên te yê kor niya)



Manyaqiyên wisa dûrê me bin lê rojekî ez çûm berberekî ji bo porjêkirinê lê bi israrkirina bêwijdanê berber min ji bo ku mûyên di guhên min de jê bike bikaranîna çekkem qebûl kir. Lê vî bêwijdanê te digo qey ji heft bavê Xwe neyarê min e çawa herî pir canê min biêşiya wisa tevdigeriya. Hêdî hêdî radikir carna disekînî pênc deqe bi mêvanê xwe dipeyivî û dihat hişê wî ku ez li wir im û dîsa hinekî din kaş dikir heya qedand histêrkên ziwa ji çavên min bariyan lê min qet negirt ser xwe ma ne mêratî heye( ez di mêrantiya wisa..) careke din berê min neket wê semtê Bavo...



Ev li alîkî, manyaqiyên jinan yên ji bo xweşikbûnê ewqas bi nav û dengên lê hinek eloyên kor* hatine bela xwe di Weloyê kor dane*



04.05.2015 16:14 ~16:20 | ceso