Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [periscope] de;

2. sepanek kêrhatiye ku mirov dikare di rojên ku wê bên de bi vê yekê civînên tirşikê ji bo ku hemû tirşikvan bi awayekî zindî beşdar bibin bi kar bîne. bêguman beriya civîna min û ferhenga şikestî ku ev derketibûya min ê weşana zindî ji tirşikvanan re pêşkêş bikira. bi kurtasî mirov dikare wekî "radyoya bidîmen a zindî" jî bi nav bike. li cihekî bi alîkariya telefonek jîr weşan tê kirin û beşdarvanên din jî bi pirsên xwe yên nivîskî tevlê weşanê dibin. ne tenê civînên tirşikê mirov dikare di rojên pêş de li ser tirşikê bibêje " gelî tirşikvanan ez ê filan rojê li ser hesabê xwe yê perîskopê di derbarê filan tiştî de agahiya bidim" û mirov dikare bi hev re tevlî vê civîna sanal bibe. bi ya min divê em tirşikvan êdî vê yekê jî bi kar bînin.



03.06.2015 00:24 ~00:25 | ceso