Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sirşêrîn] de;

2. ji peyvên sir(sur) û şêrîn pêk hatiye. sur tabîat û xwezaya însan îfade dike bi gotineke din xûyê însan e. metaforek wêjeya klasîka kurdi ye bi taybetî melayê cizîrî bi kar tîne. surşêrîn yanî kesa xwedî xwezayeke şêrîn. û bi heman rengî kesa ku xweşik û spehî û delal e.



ji melayê cizîrî çend rêz:



"Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweş în

Remzên di wê şîrînsurê Sohtim bi pêta ateşîn"



" Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê

Wê bi çengala evînê Dil ji min bir dil ji min"



"D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama tehûr

Saqî werîn cama zerîn ew surşirîn cam meşreb e"



"Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur

Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû"









19.07.2015 10:42 ~10:43 | ceso