34. bajarê ku zarokên wê bi kurdî diaxivin. weke cizîr û hekarî û gever û nisêbîn û silopî... hê pêla asîmîlasyonê lênedaye. farqîn rûspiya amedê ye. |
|
11.11.2015 23:34 |
ceso
|
19. ydg-h kolanen mehleya tekel bi dest xistiye nahêle dewleta kûçik bikevê. ev çend roj e serhildan didome îro jî jin serî hildane |
|
14.08.2015 15:27 |
ceso
|
15. (bnr: rojen barnas) |
|
07.04.2015 09:26 ~10:47 |
ceso
|
11. Her çiqas di derbarê avakirina bajarê Farqînê de hin texmîn û dîtin hebin jî, di rastiya xwe de baş nayê zanîn ku ev bajar kengî û ji aliyê kîjan qewmî ve hatiye avakirin. Li gor çavkaniyekê, Farqîn di dema asûriyan de hatiye avakirin û mîna Miferket an Mifirkert hatiye bi navkirin. Li gor efsaneyekê jî, bajar di dema urartuyan de ji aliyê Marusu Layuta ve hatiye avakirin. Îdîayeke din jî ku ev bajar ji aliyê dewleta Tîgran ve hatiye avakirin û yek ji bajarên herî mezin û girîng a dema helenîstîkî bûye û navê bajêr Kerta bûye. Dewleta Tîgran a ermeniyan beriya zayinê di sala 77'an de hatiye avakirin. Li gor Moltke jî, bajarê bi navê Tîgranokerta ku ji aliyê Tîgranê Mezin ve beriya zayinê di salên 80'yî de hatiye avakirin û Meyafarqîn heman bajar e. Ev bajarê bi navê Tîgranokerta cara yekem ji aliyê kumandarê romayî Lukulus (Lucullus) ve, paşê jî di dema kumandarê Neron, Korbulo (Corbulo, 7-67 p.z.) ve tê dagîrkirin û bajar heta dawiya sedsala VII an jî girîngiya xwe diparêze. Li gor dîrokzan Ibn el-Ezreqê Farqînî jî, piştî şerê navbera romî û sasaniyan (387 p.z.) pîskoposekî farqînî bi navê Mar Maruthan, bi destûra împeratorê Bîzansê û hukumdarê Îranê Yezdîgirt, şehîdên xiristiyan li vê herêmê vedişêre û bajarek li ser ava dike û navê Martyropolis (anku, Bajarê Şehîdan) lê dike. Bajar, di sedsala VIan de, yek ji wargehên leşgerî yên herî girîng ê împeratorê bîzansî Justinianus bûye. |
|
06.10.2013 14:17 |
ceso
|
10. Farqîn anku zaroktiya min. Cih û warê min... |
|
26.09.2013 23:17 |
ceso
|