Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diyarbekir] de;

14. bajarê ku mêrdînî jê re dibêjin carbekir. Herçend di şerê azadiya kurdan de bajarê pêşeng jî be eger ne ji navçeyên wê yên kurdewar bûya tu eleqeya wê û kurdbûnê bi hev re nedima. tişta ku diyarbekir dike kurd barkirina kurdên ji navçeyan a ber bi navenda bajêr e. û kesên ku diyarbekir bi wan navdar bûye jî ev in. ji xwecihên diyarbekir heya îro min yek merivek kurdewar nedîtiye. dev ji nivîskar û hunermendan berdin hema bila yek kes rabe were bibêje eslê me ji navendê ye û vaye ez bi kurdî zanim û binivîsim ez ê lêborîna xwe bixwazim. navenda bajêr heya îro bi huner û edebiyata xwe tenê ji zimanê tirkî re xizmet kiriye. herwekî ji hêla edebiyatê ve cahit sitki taranci, ziya gokalp, orhan asena, sezai karakoç, süleyman nazif, ali emiri li gel ku kurd in û ji diyarbekir in jî berê xwe dane tirkîtiyê. û her wekî stranbêjên mezin yên weke celal yarıcı, celal güzelses û hwd. taybetiya vana ya hevpar ew e ku ji navendê ne. helbet ji xeynî cemîlpaşazadeyan. tişta ku diyarbekir dike diyarbekir gelê farqîn û bismil û hezro û licê û çinar û erxen û hênê û qulpê ne. jixwe ev bi tena serê xwe ji 600.000î zêdetir in.



10.12.2019 13:07 ~13:25 | ceso