Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endazer] de;

227. nivîskarê ku nizam bi ku ve çû û çû û nema tê.
(bnr: gelo niha sax e)
(bnr: bayê felekê)



01.12.2019 02:02 ~2019.12.05 23:49 | ceso

172. (bnr: ji kurdbûnê îstîfakirin) *



20.05.2015 00:24 ~00:25 | ceso

167. nivîskarê ku berî xwe bigihîjinê deryaya bêserûber çemê xwe ziwa kiriye. û dibêje di heqîba min de tiştekî nemaye lê ez dibêjim qey binê heqîba wî qelişiye lewma tiştê heyî yeko yeko ketine xwarê. bila ji kerema xwe re li şopa xwe vegere ew tiştên ku xistibûn xwarê bila yeko yeko ber hev ke û bi qurta ava dawî bila xwe biherikîne deryaya alema îdeayan.* eger gotinên wî yên li ser tiştên teknîkî qediya bin bila dest biavêje eşq û evîn û şerabê... dawiya vê derê tune û ji xwe ji me re hebkî monteigne lazim e.*



11.05.2015 16:29 | ceso

146. Nivîskarê hat û dîsa tirşikê berî nava hev da û lê Da çû... Eferim ji te re, te dî bê te çi kir *



08.04.2015 14:55 ~14:57 | ceso

142. nivîskarê ku kûvî bûye û bi çolan ketiye. niha weke pezkûviyekî bi çiyayên cudî ketiye. mirovek bi du sedeman terka dinyayê dike an ji her tişt dibehece û dixeyide û hêviya xwe jî ji her tiştî dibire diçe an jî dest digihijîne zanîna rastîn û dibe dewrêşek û pişta xwe dide felekê berê xwe dide oxirê û ji her tiştî dûr dikeve, ku sedemê kovîbûna wî sedema yekê be riya wî riya xelet e, ku ya duduyan be bêjinê bila bê zanîna rastîn ji me re jî parve bike em jî bidin pey bikevin şopa wî lê na eger sedemê kovîbûna wî herdû sedem bi hev re bin hingê bila binivîse lew tu tovê ku ji te we ye tovê rastiyê ye bireşîne ku kulîlk venebin bihêle bila ax fedî bike, ne tu.



17.03.2015 10:20 ~2015.03.18 17:30 | ceso

104. li gor îdîayên xwe yên di vir de mobîl versiyona tirşikê/44010 sondxwariyê nenivisandinê ye. yanî heya şertê wî neyin cih nanivîse. nivîskarê ku dixwazim jê re bibêjim li vir kêmasiyên tirşikê/44120 ji bo şertên ku gotiye sedemên saxlem hatine rapêşkirin.



07.07.2014 21:56 | ceso

88. nivîskarê ku xwedê bêje erê û vegere bila soz û bext be jê re ku ez ê tevlî mijarên politîk û molîtîk -de êdî çi be- bibim.



10.05.2014 14:57 | ceso

86. Nivîskarê ku niha li ser tiwîtirê, twît twîta wî ye.



04.05.2014 23:46 | ceso

47. Nivîskarê ku hejmara peyamên wî bi gihîştina îro ji 3000 ( bi nivîsê: sê hezar ) peyamî derbas bûye.



27.12.2013 01:22 | ceso

37. Nivîskarê ku berî du hefteyan ji raya giştî re di profîla xwe de vê peyamê weşandiye.

"ta çend hefteyekî ji ber karûbarên xwe yên şexsî ez ê nekarim di tirşikê de binivîsim."



19.11.2013 00:30 | ceso

36. dest bi endazertiyê kiriye.



18.11.2013 09:59 | ceso

30. Nivîskarê ku bi çûyîna xwe re bereketa tişikê jî bir.



11.11.2013 00:44 | ceso

25. Nivîskarê ku niha deng jê dernayê, xuyayê ku dîsa dest û pêçiyên xwe li nivîseke dirêj lefandiye û dinivîse*



29.10.2013 00:56 | ceso