Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serûpê] de;

3. Bela serê min.

Qet ji bîr nakim gelî tirşikvanan rojekê mÊvanê mala pîra xwe bûm. Şîv jî serûpê. Ê min jî îmana min ji serûpê diçe lê çi çare min dît ku tev dixwin ji fedi û şermê min jî dest bi xwarinê kir. Lê tiştek heye gelî tirşikvanan ew zimanê heywan e ku kes nikare bi min bide xwarin. ew çi şerm çi fedî tu hêz nikare bi min zimanê heywan bide xwarin. Ê de neyse me dest bi xwarinê kir hinek şunde min ji teyfika (tebex) ber xwe cîtîkî goşt avêt devê xwe. Tehma wî bi min nexweş hat. te yê sond bixwarana ku gilêz e. Neyse min têdernexist bê ev goşt ji ku dera heywan e. Tam di wê gavê de pîra min jî kir pitepit bê kê goştê wê yê zimanê heywan biriye.!!! *

Ji vê pê ve jiyan ji bo min gellek dijwar derbas bû. De were neteqe. Goştê ku tu herî jê nefret dikî niha di devê te de ye û tu dicûyi. De êdî min heya wî goştê di gewrîya (qirik) xwe de kiriye xwarê min dinya wiyalî dî gelî tirşikvan û tirşikhez û temaşevanên bi qedr û qîmet.



03.10.2013 18:32 | ceso