Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wexta ku nivîskarên tirşikê peyamên xwe yên berê dixwînin] de;

1. carna cihê şanaziyê û carna jî cihê ecêbmayînê ye. ez ji xwe dest pê bikim û dikarim bi dilekî rehet bêjim ez tam trolekî heqîqî bûme.* carna dibêjim na yaw ev ne ez im û carna jî dibêjim yaw min çawa bi xwe re dîtiye ku van peyamên dirêj nivîsiye. hema bêje ji nîvî peyamên ku min heya îro nivîsîne yên trolîkî û virt û vala ne û dil nadim ku jê jî bibim hema bila wir bin. nexwe bi rastî jî dem dihereke.

(bnr: nivîskarên ku roj were dê hesabê xwe ji neviyên xwe re weke mîras bihêlin)



06.12.2019 00:02 ~00:03 | ceso