Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selahattin bulut] de;

10. xwedî zimanekî şêrîn û herikbar e. kêm dinivîse lê xweş dinivîse. di nivîsên wî de rastiyên civaka kurd bi îroniyên mukemmel - ku ev yek hêzeke wî ya din e- û bi zimanekî ku hatiye dramatîzekirin, hatine xemilandin. mirovekî giyan-şêrîn û peyiv-xweş e. carekî ez çûbûm ba wî da ku nivîsên Wî binirxînim û imzeyeke jê bistînim. bi rastî jî gellek kêfa wî hatibû. min nizanibû ku ez ê rojeke hesabê tirşikê vekim û navê xwe jî bikim ceso lê min îmzeyên wî ji bo navê ceso dan kirin. û wiha îmze kiribû : ji bo ceso, bi hêviya çîrokên bê êş... 9.6.2012... îmze... em bêjin çi? xwedê temenê wî û temenê nivîsên wî dirêj bike.



22.12.2013 03:55 | ceso