Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bejan matur] de;

8. Helbestkara ku fikra xwe ya ku berê aşkera kiribû guherandiye. Berê gotibû kurdî zimanekî qels e lê îro li gor gotegotên ku hatine guhê min dest bi nivisîna helbestên kurdî kiriye. rojekî min ew li pirtûkfiroşa insanê ya li istiklal caddesiyê dît em û du heval bûn hevalên min ji bo îmzekirina pirtûkên wê hatibûn lê yê min wê gavê dinya ne di paxava min de bû ew wext wextê min ê dewrêşiyê bû lewma min qet li rûyê mêze nekir û pirsek jê nepirsî lê ji ber hevalê min hîn bûbû ku ez amedî me û bi kurdî dizanim ew bixwe hat ba min lê mixabin digel pirsên wê ez hêjî bi nihêrîna pitûkan re mijûl bûm, lewre wan gavan ez çav bi pirtûkên weke tesewwif meseffifê diketim aqil di serê min de nedima. Hima wisa ji dinyayê qut dibûm. Eger bejan xanim rojek bê û vê nivîse bixwîne* bila zanibe ku ez ji ber wê hovîtiya xwe lêborina xwe jê dixwazim.



30.03.2015 09:22 ~14:13 | ceso