Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [benîşt] de;

8. Benîşt bo kayînê, cûtandinê ye. Ji bo kêfê û tenduristiyê tê bikaranîn.

Benîşt dikare bi cureyên şekir an aromayan jî were çêkirin ku îro pirraniya benîştan wisa ne. Li Kurdistanê hê jî gel bi xwe benîştan çêdike. Ji bo wê giyaya keleng (an kereng) gelek tê bikaranîn. Dîsa benîşt ji hin cureyên daran (benîştek) jî tên çêkirin.

Dîroka benîştê gelek kevn e. Heya dema kevirî jî rastî bikaranîna mirovan a benîştê hatiye. Bi sedan salan ji girava grekî ya îro bi navê Girava Xiyos tê zanîn ji aliyê rojavayiyan bo cîhana ereban û Asyayê hatiye firotîn. Di şarezayiya Mezopotamya û Egîptê de herwiha gelek cureyên wê dihatibûne kayîn.

Îro pirranî bi madeyên sorbîtol û maltîtol tên birengkirin ku evana bo tenduristiyê nebaş in. Ji bo kesên raxwarina sîgarayê rawestînin hin cûreyên bijîşkî jî hene.



hin cureyên nûjen ên benîştê



Benîştên pelqok-çêkirinê (bi îngilîzî: Bubble Gum)

Benîştên diranan (didanan) diparêzin

Benîşt bo bêhnên nebaş ên dev

Benîşt bo têkoşîna bi daxwaza sîgarayê re

Benîşt bo biriqandina diranan

Benîştên dijî îshel û qebizê

Benîştên dijî madelihevketin û verêşandinê



18.10.2013 15:33 | ceso

2. ber çem ber çem diçûme

benişt ê xwe dicûme

xelq aşiqê min bûye

dayê sûcê min çi ye?



hey dinyayê bavê min tim û daîm vê stranê digot.



17.10.2013 19:38 | ceso