Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ceso] de;

87. nivîskarê ku hê jî nebûye destiyê dasekî (bêr bû an çakûç bû an gaz bû an bivir bû ev biwêj nayê hişê min) û hê jî serê xwe nedaye nava du keviran loma pesnê wî nedin.
(bnr: emojiya bişîrînê)



01.12.2019 01:14 ~03:32 | ceso

77. nivîskarê ku hê jî sax e * û eger bayê felekê ew li pishta kerekî kor siwar neke wê vegere gundê xwe û gavantiya çend dewaran bike



18.09.2016 19:57 | ceso

71. (bnr: tu dişewitî fûat abê)*



05.04.2016 23:26 | ceso

68. Erê ew ceso ez im* lê ew meseleya ling henek û îronî bû ;) û meseleya laşê tazî jî henek e ku ne ez im lê meseleya wîskiyê sedî sed rast e*



04.03.2016 19:03 | ceso

64. (bnr: saet xweş)*

(bnr: ê welle saxiya canê we)





12.01.2016 01:09 | ceso

58. ji ber ku tiral e bi xwe re nabîne çend hevok rêz bike lewma karê wî bnr'ên vala ne.

(bnr: ez jî êdî qet naçim mizgeftê û ez ê neçim jî)



02.07.2015 12:42 | ceso

52. nivîskarê ku hê nizane ynk çî ye û pdk çî ye? bela xwe jê vekin.*

(bnr: min jî xwar!)



11.05.2015 16:14 | ceso


38. Ew nivîskar e ku ji ber ku dilê Wî şewitiye û bûye xwelî dike nake nikare dil bigre. Ji ber ku wateya dilgirtinê jê re guheriye lewma* ew jî diçe û tê rola dilgirtinê dike. lê ne tenê keç hima çi tiştê xweşik bibîne dixwaze lê mêze bike û çavên xwe ronî bike. Ji ber Ku temaşekirina tiştên xweşik jê re weke îbadetê ye.*



06.04.2015 14:36 | ceso

33. nivîskarê ku hê eskeriya wî neh meh maye niha wekî firarek li kolanên stembolê digere, xwedê hez ke wê jir pêve binivîse. *



03.02.2015 01:20 | ceso

17. nivîskarekî newêrek û li peyamên xwe xwedî derneketî ye. heya niha belkî heft heşt reşşik standine lê mixabin ji ber wisa bawer kiriye ku van reşşikan bi neheqî lê werkirine, wî jî peyamên wî yên ku reşşik standine jê birine û firandine. çima? ji ber çi? ji ber ku tu neheqiyê û heqaretê li kesê nekiriye û tenê fikra xwe eşkere kiribe jî reşşik standiye. mirov li peyamê dinêre û li reşşikê dinêre. li peyamê dinêre li reşşikê dinêre lê dîsa jî mirov ji navê dernayê bê ka ev reşşik ji ber çi bû. hingê ê min jî hêrsa min radibe û peyamê hildigrim û li qûna dîwarekî dixim. ta niha min ji ber fikra tu kesî reşşik û meşşik nedayê hettan neheqî li min jî hatibe kirin. ji bilî du peyaman ku yek ji wan min peyamê xelet fehm kiribû û min çeppikek jî dayê û ya din jî ev e mihemed pêxember/21478 ku tu eleqeya wê ne bi mijarê re û ne jî bi formate re heye lew min jî reşşikek dayê.



01.01.2014 23:04 | ceso

13. nivîskarê ku dixwaze ji raya giştî re bibêje ku piştî çar salan bi rêkûpêk dîsa vegeriya twitterê. navê wî yê twîtirê jî ceso ye. navê wî yê bikarhêriyê jî cesodino ye.



19.12.2013 21:45 | ceso

11. Nivîskarê ku bi sedan peyamên xwe yên çirtovirto jêbiriye. Mixabin.



04.12.2013 00:06 | ceso

2. Nivîskarê ku endazer tu xêrhatin û mêrhatinê lê nekiriye lew ji endazero dehwacî û gilîkar e,

Ez bi xêr hatim *



19.10.2013 00:24 | ceso