Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hesenê sebah] de;

1. Hesenê Sebah , (1034 li Qum, Îran - 1124) yek ji serokê terîqeteke Îsmaîlî ku bi navê xaşxaşîyan tê zanîn e. di derheqê vî camêrî de pirr tişt tên gotin. nizanim ji ber ku li hember serdestên wê demê ku zarên wan îro jî serdest in rabûbû êdî sedem çibe, tevgera wî ya xaşxaşiyan weke rêxistineke terorîzmî ya pêşîn Tê binavkirin. di ciwaniya wî de pirr tehde lê hatiye kirin lew di temenê xwe yê mayî de piştî ku kela alamûtê bi dest dixe heyf û tola xwe dihlîne. kesê cara pêşîn rê û rêbazên psîkolojîk bi kar anîye ye. leşker û peyayên wî bi kişandina giyayê xaşxaşîn ji xwe diçûn û diketin transê û bi vî rengî çalakiyên xwe bi tekûzî dibirin serî. di dewra wî de ji kesan heya dewletan tiştek nîn bû ku jê ziravqetî nebe. ji rojhilata dûr bigre heya medeniyetên rojava. li rojava peyayên wî weke assassin tên naskirin. heya ku sax e kela alamûtê (bnr: alamûta kurdan kela dimdim) di destê wî de ye. piştî mirina wî hulagû xanê moxilî kela alamûtê ji destê peyayên wî distîne.



20.10.2013 12:50 | ceso