Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kerê ku benê xwe qetandiye] de;


1. Tişteke pirr û pirr xeternak e. Lewre gava ker benê xwe diqetîne dibêje qey deşt tev ceh e. Piştî kerêbenikqetandî dît rewş ne ev e û ne evreng e, anku tu ceh û genim û gilgil û milgil li piyaseyê nînin îcar kerê me guhê xwe mûş dike li seranserê deştê li kerê mê digere. Êdî ji vir pêve kerê me wekî nivîskarên ku ewkê xwe kirine tizbî û di destê xwe de dihejînin zirr û zirr li pey doz û dehwa xwe digere.



27.10.2013 22:21 | ceso