Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mesele ne mirina kurtanfiroş e, mesele ew e ku em ji kerîtiyê xelas bin] de;

1. Gotineke xweşe ku di nav fabileke kurdan de derbas dibe. Dibêjin rojekê li gundekî kurtanfiroş miriye û kerên gund tevde rabûne dîlan û govedê. Bi zirre zirrê li meyadna gund kêf û şahî kirine. Kerekî pîr jî xwe daye ber dîwarekî bêyî ku kêf bike temaşeya keran dike. Piştî kerekî meraqdar vê rewşê dibîne diçe ba kerê pîr û dipirse da ku ew çima nayê şahiyê.?! Kerê me yê pîr zikê xwe kaş dike û bi dengekî diltezîn dibêje: " xwarzê mesele ne mirina kurtanfroş e, mesele ew e ku em ji kerîtiyê xelas bibin. Heya ku em weha ker bin wê pirr kurtanfroş derbikevin da ku ji me re kurtanan çêbikin û wê pirr li me siyar bibin" û kerê pîr vê gotina pêşiyan ji me re weke diyariya xwe dihêle.



18.11.2013 14:33 | ceso