Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di konferansa azadiya çapemeniyê de tirkiye hişk hate rexnekirin] de;

1. Ev hevoka li jor, îro yanî di 25.11.2013 de, di anfê de weke sernivîsek hatiye bikaranîn. Carinan ji ber van wergerên di anfê de diqehirim, dibehecim û dibêjim booom! Diteqim. Belê werger! Lew re di anfê de nivîs pêşî bi tirkî tên amadekirin û dû re êdî ku wextê wan ma bi google translateê* werdigerînin kurdî. Law ji bo xwedê! hişk hate rexnekirin îcar çî ye? Yaw bi kurdî bêjin. Bêjin rexneyên bêîmanî, bêjin pirr pê de çûn, bêjin rexneyên tund... Tew em bêjin peyva hişk bila di cih de be. Vê carê jî hişk hate rexnekirin dibe xelet. Ya rast divê rexneyên hişk li filano hat kirin be. Anfê xeletiyên wereng tim dike.



25.11.2013 21:45 | ceso