Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teoriya werarê] de;

29. teoriya ku roj bi roj di aliyê zanistî de dibe yekane ravekirina jiyana li ser rûyê dinyayê. ez dixwazim di vê nivîsê de li ser çend rexneyên şaş ên ku li hember vê teoriyê tên kirin bisekinim.

1- Meseleya formên navber e ku tim û daîm afirînerîparêz (yaratılışçı) qala vê yekê dikin û dibêjin bila zanyarên vê teoriyê çend formên navgîn nîşanê me bidin. di rastiyê de ev arguman û îdîa tenê ji bo afirînerîparêzan wateya xwe heye, ji bo zanyarên ku li ser vê teoriyê xebatan dikin pirsgirêkeke wisa tune ye ji ber ku jixwe her zindî û her tiştê ku xwedî jînekî ye bi xwe formeke navber e û mîrasa xwe vediguhêze yê piştî xwe. tişta ku afirînerîparêz dixwazin herhal tiştekî ecêb e, yanî jîndarekî ku serê wî weke şêr e lê bedena wî weke gur e? an jî teyrekî ku serê wî weke dînozoran e û bedena wî weke teyran e? tiştekî wisa ne mumkune jixwe. teoriya tekamulê bi vî awayî pêk nayê jixwe. û teoriya werarê ne pêşketine jî, lihevhatina şert û mercan e. teorî tim û daîm ji basîtbûnê ber bi kompleksbûnê diçe, -bala xwe bidinê nabêjim mukemmelbûnê, ji ber ku ev îdîa jî ji aliyê afirnerîparêzan hatiye kirin û îdîayekî ne rast e- kompleksbûn ne mukemmelî ye, tenê xwelihevanîna ji bo şert û mercan e. herwekî tunebûna dînozoran meriv dikare ji vê rewşê re bike mînakeke baş, dînozor di dewra xwe de jîndarên herî pêşketî yên dinyayên bûn û nêzikî 180 mîlyon salan li dinyayê hukim kirin. Piştî ku 65 mîlyon sal berê meteorekî li dinyayê ket û bû sedema tunebûna dînozoran, helbet hemî dînozor ji ber vê yekê nemirin, piştî ku meteor li dinyayê ket atmosfera dinyayê bi xazên jehrdar tijî bû rêjeya oksjîjenê gelek kêm bû, loma jîndarên ku bedenên wan mezin bûn ji kêmbûna oksîjenê hêdî hêdî mirin, peyre jî yên ku bi goştên wan zikê xwe têr kirin ji birçîna mirin lê jîndarekî weke mişk (ne mişkê îroyîn lê ji bo ku mijar tevlihev nebe em jê re bêjin mişk) ji ber ku bi oksîjen û xwarineke hindik jî dikaribû bijiyana loma nemirin û jiyana xwe dewam kirin ku bûn bavê hemî jîndarên bimemik ên îroyîn. piştî ku meteor li dinyayê ket berê teoriyê zivirî û êdî kêmoksîjenxerckirin û kêmxwarin bû avantaj, yên ku bi vê avantajê re li hev kirin jiyana xwe domamdin û yên ku nekirin jî tunebûn, qismekî dînozoran jî vê avantajê bi kar anîn û her ku çû bedena xwe biçûktir kirin û ku îro em ji wan re dibêjin "mirîşk". belê ev ne tişteke komîk e, mirîşk bi her aliyê xwe ve dînozorên modern in û ji nifşa wan tên.

2- tevlihevkirina argumanan û bikaranîna safsatayan. yek ji îdîayên afirînerîparêzan jî ew e ku dibêjin fosîlên sexte hene û îhtîmala wan fosîlên ku tên dîtin ajalên astengdar (özürlü) bin (yanî wexta ku ji diya xwe dibin bi rêya mutasyonan bi awayekî kêm, qels an jî astengdar hatibin dinyayê). ev herdû îddîa jî qels in. lewra hetta îro afirînerîparêzan tu argumanek teoriya werarê bi rê û metoda zanistî têk nebirine. wexta ku argumanekî teoriyê hatiye têk birin, ev yek jî dîsa ji aliyên zanyarên biyolognasên werarê ve hatiye kirin, û wexta fosîlek tê dîtin di gellek testan de derbas dikin hetta ji cureyekî çend fosîl neyên dîtin qada zanistê pişta xwe zû bi zû nade wê fosîlê, herwekî wextê cara yekem fosîlê homo floresiensis tê dîtin zanyar pêşî dibêjin herhal ev bixwe însan e lê ji ber nexweşî an jî tiştekî din cûce maye, lewra serê wan û lingê wan piçekî mezin û bejna wan jî li dora metreyekî ye. lê piştî ku bi dehan fosîl tên dîtin testên berfireh dikin û ferq dikin ku ev bixwe ne însan e û cureyekî nû yê prîmatan e. hetta roja îro jî afirînerîparêzan yek argumaneke zanistî li hember teoriyê ava nekirine û yek rêzikek jî ji vê teoriyê têk nebirine. teoriyeke ku ji 160 salî zêdetir e bi gavên saxlem zelal dibe ji hêla afirînerîparêzan ve bi vîdeoyên yûtûbê xwedêgiravî tê têkbirin. bi vî awayî xwe dikin rewşekî nebaş mixabin û li qada zanistê dikevin rewşeke komîk, hetta niha bi deh hezaran cerb hatine kirin û bi deh hezaran fosîl hatine dîtin û bi deh hezaran meqale hatine nivisîn ku heta îro ji xeynî yên ku dîsa ji aliyên biyolognasên werarê ve hatibin têkbirin tu yek jî têk neçûye.

3- di vir de jî ez dixwazim li ser şaşiya matematîka nivisîkarê ku di peyama teoriya werarê/87204 xwe ya li bin vê mijarê nivisiye de bisekinim. ez bawer im ev ne fikrên wî ne dibe ku wî jî wan gotinan ji malpereke afirînerîparêz wergirtibe. gotinên wî yên ji aliyên matematîkê ve şaş ev in:


di gerdûnê de her atom bibe amînoasîdek û ji destpêka gerdûnê, ji roja big bangê heta niha her saniye pêkanîna vê amînoasîdê biceribîne, dikare 10^80 x 10^18= 10^98 ceribandinan bike. ev tê wateyê her atoma di vê gerdûnê de bi dil û can hewl bide proteînek wisa pêk bîne, dîsa jî nikare.

bihêlin karîna vê gerdûnê, li gorîî vê hesabê bi katrilyonan gerdûn jî biceribînin dîsa nikarin. (katrilyonek gerdûn dikare tenê 10^98 x 10^15 = 10^113 ceribandinan bike)


heval gellek tiştên tevlihev nivisiye ku ez naxwazim ji nû ve wan hejmarên dirêj li vir binivîsim. lê teknîkeke ku sedîsed li dijî matematîkê ye. lewra di pêkhatina îhtîmalan de qala "demê" kirin argumanekî afirînerîparêzan e û ne rast e. lewra îhtîmala çêbûna tiştekî ji milyonî yek be ev nayê wê wateyê ku wê ev tişt piştî mîlyon ceribandin çêbe. nayê wê wateyê ku wê çêbe û nayê wê wateyê ku wê hîç çênebe jî. tenê îhtîmala pêkhatina wê dibêje. em şaşiya wê argumana şaş bi mînakek din bibêjin da ku baştir bê fehmkirin. wexta ku meriv pereyekî hesin bavêje hewayê îhtîmala wî ya tûra an jî nivîsê ji 2an 1 e. lê ev nayê wateyê ji bo ku ev îhtîmal pêk were tu pere du caran bavêjî. tu tenê carekî jî bavêjî wê ji herdûyan yek pêk were yanî di carekî de! û dibe ku heta qiyametê jî wî perê bavêjî hewayê û her carê dîsa nivîs were. îhtîmala 1/2 tenê ji bo carekî ye, wexta ku te xwest îhtîmala dû car pereavêtinê hesab bikî lazim e ku tu wan li hev bixî yanî 1/2×1/2 ye her wekî tişta ku heval li jor jî qal kiriye ev e lê bi awayekî şaş daye pêş xwîneran tişta ku heval qal dike li ser hev ceribandina vê îhtîmalê ye û wer xuya ye bi lîstikên aqil dixwaze berê me bide mecrayên şaş* tiştekî wisa tune hevalno teoriya werarê bi van agrumanên şaş ên weke îlluzyonê ne têk naçe û hebûna îhtîmalekî tenê vê yekê isbat dike, eger îhtîmal hebe wê ew tişt muheqqeq çêbe û ji xwe heval li jor ji bo çêbûna amînosîtê ku ji ber xwe ve çêbe îhtîmala wê çî ye destnîşan kiriye. yanî îhtîmal heye û herhal ku îhtîmal hebe îmkan jî heye û helbet wê rojekî çêbûna.



02.12.2019 21:38 ~23:46 | ceso

16. teoriya werarê an geşedanê an jî peresînê. bi qasî ku min peyamên hin hevalan dîtin têgihştim ku teoriya geşedanê an xelet têgihîştine an jî qet tênegihîştine. Di serî de dikarim bibêjim ku ev teorî xwe dispêre qanûnên matematêkê, yanî zanyar ji şopên vê teoriyê pêşî di kûrahiya demê û di qanûnên fizîkê û matematîkê de hay bûn. herwekî yek jê ev e: "di bêserûberiya gerdûnê û di ezeliyet û ebediyeta demê de eger îhtîmala çêbûna tiştekî hebe wê ew tişt muheqqeq çêbe" çima? Ji ber ku gerdûn meydana cerbên îhtîmalan e. Yanî teorî ne tenê ji bo candaran ji bo her tiştî li kar e erê ji her tiştê ku heye û wê her tiştê ku çêbe... ev teorî di felsefeyê de jî xwe dispêre felsefeya hegel. tez-antîtez-sentez... peyre teoriyên weke "jîndar bi peresînê çêdibin" derketine holê zanyar jî dest bi berhevkirina delîlan kirine û bi sedan arguman û delîl dîtine jî. ecêba xwedê heya niha bi hezaran arguman dîtine jî lê hêjî hin kes derdikevin îdîayên dûrî-aqil bi lêv dikin. Qala formên navber filan dikin lê di rastiyê de bi hezaran formên navgîn hatine dîtin lê mirov nikare hemûyan bibîne ji ber ku jixwe dîtina her fosîlek mûcîze lewra her tişt nabe fosîl. Kêm tişt gava şert û merc pêkan bin dibin fosîl ha ew kêm tişt weke bi hezaran fosîl heya îro hatine.

Teoriya werarê berî delîl û melîlan tiştekî formel û matematîki ye yanî tu, tu delîl nebînî jî dîsa dikarî fehm bikî ku tiştekî wiha pêkan e û dibe. ev çî ye? Ev xwerû seleksiyon e, seleksiyonên xweberî û seleksiyonên çêkirî û seleksiyonên ku ji ber pêdiviyên jîndaran derdikevin holê. Mesela "kûçik" pazde hezar sal berê tune bûn vêca ji kur hatin? Belê ji seleksiyonî çêkirî derketin. Piştî ku mirov guran kedî kirin dest bi mudahaleya guran kirin... bi xwedê ez bi xwe re nabînim rave bikim...lê di nivîsên jor de bi dehan îdîayên ecêb û dûrî aqilan yên dijî teoriya werarê hene lê ez ê tenê bersiva yekê bidim yên din bila bimînin. Hevalek tenê deh heb formên navgîn xwestiye ez ê jî binivîsim

(bnr: homo habilis)
(bnr: homo erectus)
(bnr: homo rudolfensis)
(bnr: homo georgicus)
(bnr: homo ergaster)
(bnr: homo antecessor)
(bnr: homo cebranensis)
(bnr: homo heidelbergensis)
(bnr: homo neanderthalensis)
(bnr: homo rhodesiensis)
(bnr: homo sapiens idaltu)
(bnr: homo floriensis)
(bnr: homo sapiens sapiens) însanê îroyîn

fosîlên hemûyan jî hatine dîtin heya hinek jê weke homo habilis û erectus bi sedan hatine dîtin ku êdî zanyar dikarin bi dîmenên sêberî wêneyên wan jî çêkin
Here lînkê ev jî kalê min ê rehmetî homo habilis e...



05.04.2016 00:17 ~2019.12.02 19:12 | ceso