Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di hevokên kompleks de ergatîv] de;

1. Teşqeleyekî ergtîvê jî ew e ku gava di heman hevokê de lêkereke intranstîv û transtîv bi hev re bê bikaranîn dertê holê. Lêkerên întranstîv yanî lêkerên negerguhêz ew in ku bêyî objectê an ku beyî bireserê dikarin bên bikaranîn. Herwekî çûn, hatin, fîrîn, revîn. Lêkerên transtîv jî yanî lêkerên gerguhêz ew in ku objectê û bireserê digrin. Herwekî dema ez bêjim min xwar, pêdivî bi xwarineke tiştekî heye an jî ez bêjim min dît, pêdivî bi dîtina tiştekî heye. Yanî bi kurt û kurmancî encax tiştek tê xwarin an jî tê dîtin. Lê dema ez bêjim ez çum an jî ez revîyam, pêdivî bi birserê tune an ku lêker bi tena serê xwe pêk tê. Welhasilûkelam em werin ser mijara me ku carina ev herdû celeb lêker di heman hevokê de têne ba hev. Lê ev yek ne pirsgirêk e rastiyeke kurdî ye. Herwekî " min çû avê anî" ev bikaranîn jî rast e, û em bêjin "min got û hatim" jî rast e. An jî em dikarin bi vî rengê jî bêjin "ez çûm min avê anî".



14.12.2013 23:38 | ceso