Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [omer xeyam] de;

3. Min îro çarînekî xeyam di romana mehmed uzun ya bi navê hawara dîcleyê de dît ku ev e ;



Rojekê ji benda dinyê aza nebûme

Bîhnekê ji heyata xwe şa nebûme

Herçend min zahf feqîtiya dewranê kir

Lê di dewrana dinyê hêj seyda nebûme

...



Rastkirin : mijara ku bi hişyarkirina xwedêjêraziyek ( omer xeyam/21801 ) ve ji sernavê omer xeyyam ber bi omer xeyam ve hatiye guhertin.



27.12.2013 00:46 | ceso

1. Omer xeyyam an Omerê (Emerê) Xeyam 18'ê gulanê 1048, li Nîşapûr, Parêzgeha Xorasanê, 4'ê berfanbarê 1123 wefat kiriye. helbestvan, fîlozof, matematîker û astronomê navdar ê Îranê ye.



hinek dibêjin sîmgeyan bi kar aniye, hinek dibêjin alim e, hinek dibêjin bêdîn e filan û bêvan lê hun ji min bipirsin fîlozof û zanyarê şerab û mey û evîn û coş û peroş û xwezî û kêf û şahiyê ye. qet nebe ji çarînên wî wiha tê fehmkirin. di felsefeyê de - êdî haya wî jê hebe tunebe - daye ser riya epîkurûsê ku gotiye dev ji êşê berdin bidin pey hezzê. îmana wî ji sofiyên qûnneşûştî diçe. di dîrokê de wekî kesê ku cara pêşîn li hember şer derketiye tê zanîn û vê yekê di çarînên xwe de bi lêv kiriye. dibêjin hevalê hesenê sebah û nizam el mulk e lê ez ji vir û derewên wiha pîr bawer nakim. hinek dibêjin ji ber ku ji xorasanê ye û ji ber ku navê wî omer e dibe ku kurd be jî lew faris şîa ne û îmana wan ji navê omer diçe û vî navê tucar hilnaynin. lê ji ber ku delîlên vê îddîayê tunenin, îddîayek ne saxlem e û ne li cihê xwe ye.



herçend di helbestên xwe de rexne û îroniyan li dînan bigre jî bawermendek saf e û dilpak e li gora min. dîsa di helbestên xwe de bi aqilane pirsan raberî xwedê dike lê bi ya min pirsê xwe ji hev safî nake û dîsa bi ya min ji navê dernayê û bi gotina wî ne tam kafir e ne jî tam misilman.



her çi be jî îro li temamê dinyayê hima bêje tê naskirin û çarînên wî bi pirraniyan zimanan hatine wergerandin.



min jî ji were çend çarîn wergerandibû



xeyyam eger ji meyê mestî, kêfxweş be

ger li ba yara xwe rûniştî, kêfxweş be

dawiya 'emrê vê dinyayê neyîn e

bibêje tune me, wey ku heyî! kêfxweş be



tavê werîsê sibê bi ser banan de avêt

keyxusrevê rojê meyê bi tasan de avêt

mey vexwo ku hawara evînê vê sibê

strana " de vexwo " bi ser rojan de avêt



...



25.12.2013 01:10 | ceso