Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirkiye] de;

18. Dewleta ku dîsa bi biryara dîktatorê erdoğan hemû malperên çapemeniya civakî hatine qedexekirin. Welle êdî tu tehm di vî welatê de nema. Hima bûye weke gû û ketiye devê erdogan.



06.04.2015 16:06 ~2015.11.27 14:12 | ceso

15. Ez li dinyayê negeriyame lê hêj gelekî û dewletekî bi qasî dewleta tirkiyê bêexlaq û bênamûs û bêşeref û xwînmij û ehmeq û çavbirçî û nijadperest û zilimkar min nedîtiye. Çapemenî ji hêlekî ve dewlet ji hêlekî ve gel ji hêlekî ve tu ê sond bixwiy ku xwedê hemû mirovên ehmeq wekî numûne ji vî welatê re şandiye. Êdî dilê min dixele ji tevgerên wan yanî bixwe bixwe heqaretan li xwe dikin ne zanin dewlet birêvebibin ne jî zanin dîn çî ye û ne jî zanin mirovatî çî ye. Here were em wiha bihêz in em miletekî wiha mezin in nizanim çend dewletan me ava kiriye ku ev jî egoîzm û enaniyeta wana xwekêmdîtina li hember rojava ye û ne tiştekî din e. Û mixabin kurd jî hêdî hêdî dişibin wan mixabin.



01.04.2015 15:19 ~2015.11.27 14:12 | ceso

7. dewleta ku li pişta kerekî hatiye siwarkirin û berê wî dane felekê... Tu destê xwe davêjî çi, hildiweşe.



23.03.2014 17:15 ~2015.11.27 14:11 | ceso

6. Dewleta ku van mehên dawîn weke gû li hev ketiye û bêyî ku tu prensîb û mirensîbên mirovî bîne ber çavê xwe ketiye dewr û heyama kê kir kî. Baş xuyaye ku dîroka bikaranînê ya dawî ya vê dewletê zûde ye derbas bûye û bûye jehrî. Eman yeman Xwe jê dûr bidin an na hunê bijehrin bi polîtîkayên vê dewletê.



12.02.2014 13:17 | ceso

2. dewleta ku çendî welatîbûna min pê ve girêdayî û nasnameya min ji kîsê wî be, dîsa jî ez xwe bi qasî serê derziyê aîdê wî hîs nakim. dewleta ku bela û tofanekî bi ser de tê ez kêf dikim, qet ber nakevim, wekî li alaska tofan rabûbe. carna ez xwe weke biyaniyekî jî dihesibînim û ji xwe re li welatê xwe digerim lê nabînim. welatê min kurdistan e lê nabînim. ev çi travmaye ku mirov li welatê xwe bindest be. û ji ber bêşerefan mirov ji welatê xwe jî hez neke û jê xeyîdandî be. yanî cihê ku ne yê mirov be, gelo mirov jê re dikare bibêje welatê min? na! yanî çi? kîrê kerê! yanî çi? em bêwar û bêwelat in û em kurd xwe dixapînin.



09.01.2014 04:10 ~2015.11.27 14:10 | ceso