Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [esans] de;

2. Bila şûşeyekî hebe û li serê jî çend herfên erebî xêzkirî bin ji bo kal û pîrên me bes e ku jê hez bikin, xwezî bîhna quzzilqurtê be jî. Van esansên ku xwedêgiravî xwezayî ne, bi temamî li kargehên ku nakin pênc pere û bi kîmyasalan tên çêkirin. Kesek xwedî aqil jî nîne ku ji wan re bibêje kalo an jî pîrê vê bîhnê ne xwezayî ye lew encax serê mirov pê diêşe. Û jixwe yên ku pêxemberê îslamê bi kar dianî yên xwezayî û bîhnên safî bûn. Lê yên îro parfumên ku kirine zikê şûşeyên biçûk pê ve ne tu tiştekî ne. Axirê îmana min ji wan diçe. Lê yek ji wan heye ku ez marqaya wê nizanim bîhnên safî û xwezayî çêdike ku niha şûşe ne li bal min e lew min ê marqaya wê jî ji we re bigotana. Ez bixwe wê bi kar tînim û jixwe ew jî bîhna gulên safî yên sipî ye. Wekî din ji her celeb parfum û esansan nefret dikim.



17.01.2014 17:48 | ceso