Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di rûpelên dîrokê de kurd] de;

5. Bav û kalên kurdan gotine ma dinya têra kê nake û pişta xwe dane dinyayê û wê piştguh kirine û çavên wan tucarî li mal û milk û warên xelqê nîn bûye ji ber vê hindê li dinyayê pirr negeriyane û ji bavê xwe pêxember nûh ta niha li kurdîstanê mane. Malmîrata kurdistanê di cihekî wilo stratejîk de ye ku bi qewlê tirkan ve bûye " yol geçen hanı". Pêşî împretoriya persan kurdistanê kirîye bin lingên xwe, dûvre îskender, dûvre împretoriya romayê, dûvre sasanî, dûvre medenîyeta îslamê, peyre selçûk melçûkên tirkan, peyre cengîzxanê qaf mongol, peyre dewleta osmaniyan û peyre dagirkerên bêşeref... herwekî tê dîtin hemû dewletên mezin yên dîrokê ji kurdistanê derbas bûne û wê talan kirine. kurdên reben hêj fehm nekirine ka çi bûye çi nebûye derbe li ser derbê xwarine. ji ber vê hindê di rûpelên dîrokê de navê kurdan yê dî serhildan bixwe ye. gava ku mirov ji vî aliyê de mêze bike bi rastî jî kurd miletekî gellek bi rûmet û bihêz in. ji ber ku digel evçend tofan û belaya hêjî hene û li ser pîyan e.



26.01.2014 09:27 | ceso