Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ceso

profîla "ceso"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hebûn an jî nebûn, ev e hemû mesele] de;

13. Hevoka ku him li pozîtîvîzmê dinêre û him jî li metafizîkê. Li pozîtîvîzmê mêze dike lew ev hevok serhildan û berxwedana mexlûqatan a li hember jiyanê, têkoşîn û pêşdaçûn û tekamul û gihîştina wan a li rûpela heyînê, ji tez û antîtez û senteza hegel bigre heya ji çar dewreyên tekamula heyînê ya îbnî xaldûn, bi kurtasî vê hevokê îfade dike. Li metafizîkê mêze dike lew her tiştê heyî li heykerek, her çêkirî li çêkerek, her afirandî li afirînerek, digere. ji her mef'ul re fi'îlek, ji her fi'îl re faîlek divê. Yanî her kiryar li kirinek, her kirin li kirdarek mêze dike. Eser bêyî peydakerê xwe nikare çêbe. Wiha wiha em jî bi hîsên xwe, bi alav û aletên xwe, bi jiyîn û tekamula xwe hene. Helbet me jî sebebek, anku musebbîbul esbabek divê. Bi vî rengê xwe ev hevok bi kurtasî li metafizîkê mêze dike. Belê, tu heyî? An tu tuneyî? Rastî ev e.



15.04.2014 13:08 | ceso