6. mijara ku nizanim ji ber çi vebûye lew " tu" û " te" jixwe du cînavkên ji hev cuda ne, kar û şuxilandina wan ji hev cuda ye, herwekî
di tirkî de "sen" û " seni" çawa be di kurdî de jî ez û min, tu û te, ew û wî û wê jî wisa ne, " te" cînavka tewandî ye, "tu" ne tewandî ye herwekî mirov dibêje ("tu" "min" dibînî), ("ez" "te" dibînim) lê mirov nikare bêje (ez " tu " dibînim), ( " te" min dibînî) herwekî ku hun jî dibînin kirde(özne) daîma netewandî ye û beramberê vê yekê bireser(nesne) daîma tewandî ye. ev yeka ha taybetiyeke xwesera kurdî ye ku di demên borî de berevajî dibe yanî "te" û "tu" bi hev diguherin herwekî ( "te" ez kuştim), ( min "tu" ditî), xwedê bike ku hişê we tevlihev nebûye û we fehm kiribe* lê mixabin hin kesên ku kîrê xwe û masî ji hev nas nakin wekî kifşeke mezin kiribin hatine li vir tiştên eblogeblo nivisîne. ku kurdistan ava bû sal zeman were wê ciwanên me bi peyamên wekî li jor him bikenin û him bigrîn.
|