4. Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960'î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.
Çiya Mazî ji sala 1993'an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.
Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol.
Ferhenga Gotinên pêşiyan (2005). Elma, Stenbol.
Ferhenga Gotinên Pêşiyan (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.
Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)
Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.
Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.
Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.(wergirtin: )
|