Tirşik - Profîl
tirşik-profîla saladin

profîla "saladin"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bukreş] de;

1. bajarê payîtaxta romanya ye. ez nizanim gelo bi kurdî jî halo tê nav kirin, lê bawer dikim ji ber ku zêde teybetîya vî bajarî ji me re nîne em jî peyva bi tirkî bi kar tênin.

gelheya bukreşê nezîkî 2 milyona ye. bajarekî xweş e lê qasî amed yan jî stenbolê nayê.

îmkanên wê zêde nînin. hêdî hêdî pêşve diçê. ji ber xwarineke xweş divê mirov rêyeke direj herê, carna sê-çar wesayîtan biguherênê.

keçîkên bajar xweşik in, lê bi rastî kêr nayên. vexwarina alkolê arzan e. jiyana şevê baş û arzan e. wekî dî zêde teybetî nînin.

parkên mezin û ferah hene. avahîya parlamentoyê a ku di dema çawuşeskude hatiye ava kirin (û hê jî xelas ne bû ye) piştî pentagonê duem herî mezin avahîya li cîhanê ye.

kurd pir in, lê ew jî kêr nayên. exlebê wan şexulê tekstîlê dikin. cilan ji stenbolê tênin û li vê derê li dereke ku jê re dibêjin dragon rosu difiroşin.

mirovên wan zêde ne germ û biaqil in lê ji me medenîtir in. pevçûn û şer zêde nîne. bi zêdeyî ji alîyen menceniqan (qereçîyan) pirsgirêk derdikevin.



15.10.2013 12:58 | saladin