Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gordereş

profîla "gordereş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hang] de;

1. enstrûmeneke perkûsyonê ye, bi shiklê xwe yê girover û rengê xwe yê zerekî sifirî. berevajî hemû -an piraniya- enstrûmanên perkûsyonê serbixwe jî hal dide.. di fîlmê dawî yê hiner selîm de, my sweet pepper land, golsheftah farahaniya dilrifên du caran lê dide, lê xanim bi rastî bash lêdide.. bi pêy agahiyên min ên pir xeyrî-resmî, tarîxa enstrûmanê bi xwe vedigere deh salan, anku yeka nû-dahênayî ye; jin û mêrekî swîsrayî çêdikin û salê bi tenê sed (an kêmtir) heban jê çêdikin. lew gelek taybet e.. wekî komeke bi navê massive hang (an 'hang massive', hew li bîra min a bêbîr e) heye, ji niha ve bûne nav û bang li meydana hangjeniyê. hangandinên xwesh ji mosîqarên kurd ên nûxwaz re..



01.07.2014 00:03 | gordereş