Tirşik - Profîl
tirşik-profîla eznelomeezleme

profîla "eznelomeezleme"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baba tahirê uryan] de;

10. Der heqê jiyana wî de ji rastiyan bêtir riwayet hene. Di Ansîklopediya Îslamê de jî riwayeteke wiha cih digire:

Tê gotin ku Baba Tahirê ku li pey ilm û irfanê bû, di rojeke sir û seqemî ya zivistanê de ji feqiyên medreseya Hemedanê dipirse bê ka ew ê çawa bikaribe xwe hijdeh-ilmî bike. Feqiyan jî xwestiye hinekî henekên xwe pê bikin û jê re gotine ku heke heta serê sibê di hewzê avê yê qeşagirtî de bimîne, ew ê bigihîje vê armanca xwe. Baba Tahir wê şevê di hewz de maye. Sibeha roja din Baba Tahirê gewr ku bi roniya ilm û irfanê şewq daye, gotiye: “amsayta kurdiyan va-aşbahtu ‘arabiyan” ango “ez kurd razam, ereb şiyar bûm”



12.10.2013 00:08 | eznelomeezleme