Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ubuntu] de;

27. Min hema du sal berê di heman mehê de qala ubuntuyê kiriye. Êdî dizanim! mîna perîyodên jinan a ketinê kinca, perîyodên min jî hene ji bo Ubuntu, wîkî, blog, xwendina pirtûk û temaşekirina fîlman û hwd. Niha di perîyoda xwe ya Ubuntuyê me. Helbet her tişt ne wek du sal berê ne.

1. Ubuntu qûlipî 18.04 LTS (yên beta zêdetir e niha). Ji ber di 16.04 û 17.04 de pirsgirêka wifiyê hebû, bi êş û keleman elementary osê saz kiribûm. ha ew jî mîna şekirê şamê ye bi ser de ez teama deepin os jî neriyame, ew jî oxşşş. lê ubuntu evîna min a pêşî ye. Di 18.04ê de tu pirsgirêka wifiyê tune ye. lê...

2. di 18.04ê de êdî meriv bi tika rast a mişka xwe nikare pêşekê derxe. ji bo wê divê mişka touch-ê ya li ser leptopê ye, meriv bi du tiliya xwe pêlê bike. di vê qadê de gelek tiştên nû hene. lê helbet tweaksa sehirbazê derfetê dide guherandinê.

3. Simurg li jor qal kiriye, belê hevkariya ubuntuyê bi snapê pirtir bûye. ji ber wê ye ku êdî ji sepanên ne nivîsbariya azad re jî (mîna skype, telegram...) li dikanên ubuntuyê tê cihdayîn. heke ne şaş bim, ev furya ji aliyê deepin osê hatibû destpêkirin. lê ferqa ubuntu ji wê ev e ku dikana ubuntu cih nedaye gerokan, ji ber firefoxê/hevkarê xwe. lê helbet daxistin û sazkirina opera, chrome, vivaldi, yandexê qasî tikekî hêsan e.

4. di vê guhertoya ubuntuyê de (18.04 bionicê) piştgiriya pakêta zimanê kurdî qasî %9 e. erê. heke hûn bixwazin Ubuntuyê bi kurdî bi kar bînin mîna min, divê hûn tenê bi sedî 9ê tatmîn bi ya na, ya na... erê ya na tune ye. na, na heye:

min û sê çar heval got, çima yaw. erê, mixabin îngiliziya me ne baş e lê hema nebû peldankên bingehîn em dikarin wergerînin. dema kombers vedibe û dîmendera têketinê vedibe, hah ew "têkeve - betal bike" jî tirkî/îngilîzî ne yaw. hinekî dîqet, hinekî bikaranîna translate û wîkîferheng û piçekî jî îngilîzî... me got, bi koordîneyî em dikarin û me dest bi wergerê kir. niha di facebookê de komekî bi navê "wergerên komputergeriyê (kurdî/kurmancî)" heye, me ji bo ragihandin, parvekirin, pêşniyaz û rexneyê ava kir. ji kerema xwe tevlî me bin.

Here lînkê



23.06.2018 11:28 ~18:48 | biruya hayao miyazaki

26. di versiyona 16.04ê de pirsgirêka wi-fi heye. û li ubuntuya tirkî keseke çareseriya wê nizane.mecbûr ez vegeriyam 15.04ê*, ji ber ku piştgirya wê xelas buye, min versiyona 15.10ê bilind kir. lê belê ji ber ku min li "rojanekirin"ê çêkir, vê car jî lerza kombersê hêdî bû. asoxî gelek nêzîk e ku ez dest bi çareyê bixim. li benda min bin. (ha 14.10 ji hemû baştir e. bêdilî ezê bikim 16.04)



a min ji snapê fêm kir, heger înternetê meriv tune be xêra wê heye lê heger înternetê te hebe, karê te bi wê re tune ye, ji ber ku bi xwe navenda bernameyan her tişt dihewîne.



26.06.2016 00:12 | biruya hayao miyazaki

24. Here lînkê Kurdish Team a ku wan ji bo wergerandina ubuntuyê gelek xebat kiriye, xuya ye dev ji karê berdaye. ji bo kevn bûn û terikandina wan nîşan bide, hîn li rûpelê ev hevok heye: "Di nîsana 2008'an de guhartoya Ubuntu 8.10 derket." lînkên ku wan li rûpela xwe ya li ubuntuyê daye, hema bibêjin giş ji holê rabûne, naxebitin.



wê çawa bibe, nizanim. * yên îngilîzî jî dizanin, hema bira dest bide karekî. kerba ezê îngilîzî hîn bibim.



12.06.2016 13:38 ~13:39 | biruya hayao miyazaki

22. bi saya simurg56 min dît ku guhertina klavyeyan jî gelek hêsan e. ez jî mîna wî, rêkurta guhertinê kir "ctrl-shift" û barê têketina han deran çû. saet xweş.



20.05.2016 21:06 | biruya hayao miyazaki

20. salê çûyî ji ber sedemê kevnbûna kombersa min ez ketibûm taxa ubuntuyê lê belê ne ubuntu ne jî lubuntu û kbuntu çare nebûbû... min jî bi hêrsî hema ew kombersê avêtibû çopê û laptopekî baş a bi windowsa nû kirîbû. lê ji ber nûbûn û leza wê ya xweş, min ne xwestibû dest biavêjim kombersê.



lê belê... mehek berê min bernameya adobe illustrator daxist û hema ev 20 roj e li ser wê dixebitim. min ew gelek hez kir, hewesa min hema zêdetir dibe, tiştên xweş dixêzînim wekî mîna Here lînkê * lê tiştê ku min ji bîr kir ev e ku ev guhertoya ceribandinê ye û heta ku ez bi pere wê nekirim, bêheylazî nikarim xebatên xwe bidomînim. di vê keliyê de ubuntu hat bîra min, min got, law helbet ew ji bo grafîkê jî bernameyek çêkirine. û erê texmîna min rast derket: bernameyên inkscape û karbon hene. ne yê karbon lê ya ewil, ji bo asta kûrbûnê gelek baş e. (her çiqas illustrator pir baştir bibe jî, a belaş, a xelkê jî xweş e)



dora saet 11ê şevê min dest bi barkirinê kir, çarê sibehê hema her tişt xelas bûbû.



lê îro min çend çewtî dîtin:

a yekem a girîngtir ev bû: min ubuntu li cem windowsê bar kiribû, lê belê vebijarkên ku di vekirina kombersê ve divêt bihata pêşniyazkirin, nedihat. tenê ubuntu derdiket û navê windows derbas nedibû.



min li ser înternetê vekoland û sedema wê dît: ji bo vebûna kombersê, zûtir bibe, windows, ti carî kombersê nagire. wê dide xewekî kûr. ji ber vê jî menuya grubê, windowsê nabîne. çareseriya wê hêsan e:



li ser ubuntuyê:

1. min boot-repair-disk.iso daxist.

2. bi riya vebijarka "dîska destpêkê çê bike", min ew li ser hafizaya usb-yê nivîsand.

3. dawiyê min kombers, li ser vê hafizaya usb-yê da şuxilandin. (destpêkirina şuxilandina vî şiklî li ser biosê pêkan e )

4. du vebijark tê pêşiya meriv. Em a ewil “recommended repair”(rastkirina pêşniyarkirî) hildibijêrin.

Û pirsgirêk xelas dibe.



Pirsgirêka min a duyem ev bû. Çend saetan min kir û nekir, kombers wifi-ya min nas nedikir û navê wê dernedixist, lê belê 1. wifi-yên xelkê didît 2. bi riya kabloyê ez dikarîbum tevlî torê bim. Li ser înternetê gelek kes duçarî vê derdê bûne û li gorî min xwend, tu çare nedîtine. Min du- sê caran kabloya ethernet derxist, nebû. Carekî min ket nava vebijarkên bijkoka înternetê. Êdî ez nizanim, min çi kir, lê pirsgirêk xelasbû û wifi-ya min dit. Happy end. *



Pirsgirêka min a sêyem: klavyeya kurdî! Ji ber ku kurdiya ubuntu ne baş e, nîvco ye, min tirkî hilbijart. Lê meriv dikare klavyeya xwe tercîh bike. 7 heban bi “kurdish” û 6 “kurtçe” hene. Xeynî erebiya kurdishê yên din cureyên hev in. a herî baş, li gorî min "kurdî (surî, latin q)" ye. dişibe klavyeya tirkî ku kesên ji tirkî hîn bûne. Ferqa wan ev e: ı-ya tirkî i; ü, û; ö, ê ye. Him bi serê xwe x heye, him jî ğ-ya tirkî dibe x. meriv li ser klavyeya tirkî, ji bo herfên ê, û, î, divê berê pêl bijkokên caps lock+ ^+ (wan herfan a bê kumik) bike. Bira hinekî derbas bibe, tevliheviya van herfan here, ez ê nîmeta wê bibînim.



(dema ez li cihê peyam-nivîsê dinivîsînim, li aliyekî pergal, rastnivîsa min kontrol dike. xwedêyo, sirf ji bo vê kêfxweşiyê meriv dikare ubuntu daxîne. * )





19.05.2016 22:55 ~2016.05.20 21:02 | biruya hayao miyazaki

10. ev çend sal e min dixwest ubuntu bar bike lê firset nediket destê min ji şixulan... çend roj berê piştî gengeşiyek 32-64bîtan min pc-ya xwe ya masê kir ubuntu. kêfa min jê hat lê ji ber kevnbûna pc-ya min a masê ez xêra wê nabînim, gelek hêdî ye. lê min karê wê ya laptopa kekê min dît, evîndarî ubuntu bûm. windows zulm e. hew ez vê dibêjim.



zimanê versîyona kurdî ya ubuntu ne pir baş û sax e. yê tirkî hema her tişt ji bilî kodan wergerandine. lê yê kurdî heta hîn di destpêkê de gelek hevokên ingilîzî li cî hiştine. lê ez dibêjim, cardin jî xebateke gelek biqîmet û hurmet e. ez hêvîdarim ku kareke kin wê kêmasiya wergerê ji holê rake.



26.07.2015 00:15 ~2015.11.04 22:18 | biruya hayao miyazaki