Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êşa piştê] de;

5. piştî 6 salan heman hîs û fikir di hişê min de ne. du roj berê li salona sporê piştî rakirina halterê êşek biçûk ket pişta min. (cara pêşîn bû, min dest bi 50kîlo kiribû) êvarî êş zêde bû û do êvarî sebra min nehat. sibê zû rabûm çûm acîlê. çi çûn... bi kaşkirinê çûm. derziya êşbirê li min xistin. niha êşa wî kêmtir bû lê hîn dewam e. ditirsim piştî bandora derziyê xelas bibe, ew ê dîsa zorê bide min :(

min bi ax û ofan, bi tevdana santîm û santîm bi giranî xwe li ser sedyeyê dirêj kir. wê xortek derzî li min bixistaya. min kulêmeka xwe vekir. rabu nîvê qûna min vekir, kir tazî. towbe...xwedê li jor destê wî sivik bû, lê îlac giran bû. çawa derzî ji canê min derxist êş ket cihê wê. ji min dûr ket û got tu dikarî derkevî. min bi bêhntengî got, ji xwe ji ber êşa piştê nikarîbûm tev bidim, bi vê derziyê temam bû. got, tu dikarî çend deqe bisekinî, bangî hevalê te bikim? Min got, ne hewce ye qûna min bibîne û em keniyan. hat, xwedê jê razî, baxsir û pantor kişand lê wele xwe gêzirand asdfgh û li qûna min neriya, bîst sanîye belkî. asoxî min got, "erê qûna min xweş e lê ..." û em keniyan. di carekê de kişand û got, xwedê şîfa bide. di vî halî de vî qejmerî çi bianiya serê min towbe estaxfiruala asdfgf *



02.02.2020 16:22 ~16:22 | biruya hayao miyazaki

1. êşeke gelekî pîs û ne'alet e. ev çend roj e, nahêle bi te'ama devê xwe dersên xwe bişûxlim. hema piştî rûniştina 7-8 se'ata destpê êşîn dike û hek ez tênekevim nav nivînê xwe, rûdine li ser hilma min. bi ser de ev rojên germ...



(bnr: peyvên ku ji erebî ketiye kurdî)* *



20.05.2014 10:53 | biruya hayao miyazaki