Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fileh] de;

10. @rûbar li gorî xwe şîroveyeke ji bo vê peyvê fileh hilberandiye lê tu têkiliya wan û wê tune ye.

file/fileh/fellah hemû yek in û erebî ne û di erebî de tê wateya "cotkar". di serdema misilmanên hêla me de kurd bi sewal û eskeriyê mijûl dibûn û yên mesihî jî bi çandiniyê û heman bibêje di hemû herêmên darulîslamê de ev tişt wisa bûye.

heta îro erebên enteqyayê/edeneyê ya elewî/ nûsayrî ji xwe re dibêjin fellah. ji ber ku heman temamê vê miletî bi cotkariyê mijûl dibûn heta do jî. reng e xelet bim, çimkî di demekê zû de min xwendibû ku di serdema yavuz sultan selîm de ji bo li cem ermeniyan bi cotkariyê mijul bibin, ereb anîne herêma klîkyayê/çukurova û amîkê ji dora nav sûriyê û cebela lubnanê ku îro jî li wir erebên şie an jî nusayrî û xiristiyan dijîn.

û ev peyv wan ji miletên din jî cuda dike wekî ji tirk û tirkmen û kurmancên li wê derê yên ku koçer in an jî bajarî ne.

kurdên me file ji bo wateya "kafir"(peyvê gawir sivikkirina kafir e) wekî çêran dixebitînin. ew jî eyb û şermên wan e û haynebûna wan a îslamê ye ku di îslamê de ji aliyê baweriya xwedê ve ferqa silman û ehlikitêb tune ye. an jî ev nîşaneya tevlihevxistina wateya peyvan in... her wiha vê peyvê ji peyvistana xwe biavêjin çêtir e her çiqas di wateya xwe ya ewil û rastîn de peyvekê baş û maqul be jî.



10.12.2017 13:23 ~13:25 | biruya hayao miyazaki

5. dema mere tiştekî ecêb û ji nerêzê bikin an jî bibêjin û ev ji aliyê mezinan ve mîna bêehlaqî bihata dîtin, wanî digotin:



-ma tu fileh î!



ev bikaranîn rê dide ku fileh ji bo tiştekî nebaş jî hatiye bikaranîn. lê hin tiştên din hene ku ji "filehî" jî derdikevin û dibe "kafirî".



bîska din li bin mijara şoreşa rojava min nikarîbû biryara xwe bida ku ez li nav hevoka xwe peyva fileh an xiristiyan an jî mesîhî bikarbînim. bi ya min yê herî xêr mîna li nûçeyên kanalên başûrê peyva mesîhî bikaranîne. pirsnîşanek li serê me dernayê.



06.11.2015 00:57 ~00:57 | biruya hayao miyazaki