437. destpêka fermî û ya pratîk çiqas jev cuda ne nizanim, lê belê tesadif e, bi saya vê firefox/118851 û bi vê peyama yekemîn a tirşikê/122820 min pê derxist ku îro tirşik 8 salî bûye! waaa 8 sal! peyama yekem di tarîxa 2013.05.29-15:22 de hatiye dîtin li esmanên înternetê. û piştî çar mehan jî ez jî tevlî bûme. wayy... xwedê gelek 80 salên din ên bi bereket û xweşî bike nesîba tirşika me. Here lînkê |
|
29.05.2021 16:11 ~17:17 |
biruya hayao miyazaki
|
397. ji bo min mîna betaniya linus van pelt e. |
|
11.05.2020 23:06 |
biruya hayao miyazaki
|
386. oscar wilde/35386 |
|
20.04.2020 15:33 ~15:34 |
biruya hayao miyazaki
|
382. nizanim, keseke din pêrgî hat an na lê wekî di wêneyê de tê dîtin, di nivîsan de xerabûneke heye. navbera herfên li jor in fireh e, lê ya jêr teng e. |
|
14.04.2020 11:58 |
biruya hayao miyazaki
|
350. ev du roj in nikarim têkevim peyamên taybet ên ku yoda şandiye min lê dikarim yên din bibînim û bixwînim. çima? |
|
09.12.2019 20:44 ~21:09 |
biruya hayao miyazaki
|
313. nêrîna we der barê pirsa li wêneyê çi ye? |
|
11.09.2018 14:15 |
biruya hayao miyazaki
|
312. ber bi hilweşînê ye. îstatîstîk wiha dibêje. çalakiya "roja nivîsandinê" divê bi ya min, lê kî dibîne û dixwîne nizanim. |
|
09.09.2018 20:14 ~20:18 |
biruya hayao miyazaki
|
309. derdekî min heye: |
|
21.01.2018 19:43 ~19:44 |
biruya hayao miyazaki
|
308. @simurg56 gelek spas, niha ji berê baştir bû. |
|
11.01.2018 20:00 |
biruya hayao miyazaki
|
305. belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn? |
|
11.01.2018 00:41 |
biruya hayao miyazaki
|
303. dema bikarhêner pêl sembola tirşikê dike, tirşik guldesteyeke peyaman tîne ber meriv. hah, min ev tiştê han, nû ceriband û te'am kir û pir hez kir. car caran li rastî peyamên xwe jî têm û dibêjim, gelo çepikekî bidim dê pir qurre xuya bikim*. |
|
27.12.2017 20:50 |
biruya hayao miyazaki
|
298. -----perde---- |
|
20.12.2017 16:45 |
biruya hayao miyazaki
|
289. ji meha tebaxê vir ve hisabê min xwediyê pirsgirêkekê ye. ji wê mehê vir ve li navbera bijkokên "vebijêrk" û "derkeve" hejmara "2" dinivîse ku ev tê vê wateyê: 2 payamên taybet ên ku ji kesên din ve hatiye şandin. Lê tiştekî wanî tune ye. |
|
19.01.2017 20:52 |
biruya hayao miyazaki
|
245. heta vê êvarî tiştekî wanî tunebû. çima? ji bo zêdekirina hejmara nivîskaran? ne mentiqî ye, bi ya min. lê heger ji bo ewlehiya tirşikê be, gengaz e, lê cardin jî niza'm. |
|
21.07.2016 00:56 |
biruya hayao miyazaki
|
194. Rêjeya peyaman li gorî meh û salan a tirşikê ev in: |
|
04.11.2015 10:25 ~10:43 |
biruya hayao miyazaki
|
188. bîska din li chromeê piştî têketinê ji min re hişyariya "jiborupelemafetetuneye" rê da û min ji malperê derxist. du cara wanî bû. lê firefoxê têketim. xêr e îşale.. |
|
27.07.2015 21:10 |
biruya hayao miyazaki
|
154. derdik min a din jî ev e: dema peyamekî dirêj dinivîsînim û xelas dikim tê dora dana bnr/vbnr û stûr û lînkê. dema di nav horta peyamê de ez bnr'ek didim, qûtÎKA PEYAM JÎ MİN DİBE SERÊ PEYAMÊ. KA ÎCAR BİBÎNE Te Lİ KU MABÛ. Bİ GELEMPERÎ Dİ NAV PEYAMÊN DİRÊJ DE EV DERD NAYÊ kişandin. ji ber ku qûtîka nivîsandin biçûk e. her carê ji binî heta serî çûn û car din ji serî heta binî çûn... ev peyvên bnr û vbnr'an li nav kaosekî bêwate û beradayî wenda dibin. xwedêyo! |
|
27.04.2015 10:39 ~10:42 |
biruya hayao miyazaki
|
153. dema çeppik an jî reşşik didim peyameke, malper xwe nû dike û min dibe serê mijarê. çima? her carê bi nû ve çûna ser wê peyamê, min ji çeppik/reşşik danê sar dike. ji ber ku motîvasyona xwendinê xera dike. (ku çeppik/reşşik/ecêb dayîna min, çend qet ji hejmara peyamên min a giştî zêdetir e. ji ber ku xwendina peyamên tirşikvanan, nivîsandinê girîngtir e li ba min.) di bin mijarên kêm-peyam de ev ne pisrsgirêk e lê di mijarên tije peyam de çeppik/reşşik dan nayê kişandin. wele bile nayê kişandin. ha ez qala ew hişyariya ku "te çeppik/reşşik da niza'm çi çi" nakim... |
|
27.04.2015 10:26 ~10:35 |
biruya hayao miyazaki
|
150. hişyariya "peyam bi serkeftin hat şandin" jî gelek beradayî ye. piştî pêlkirina bişîne, heg ez herim malperekî din, dema dişîne vê peyamê bi zorê min tîne tirşikê û xwe dide xwendin. |
|
27.04.2015 00:44 |
biruya hayao miyazaki
|
149. ev di hefteyekî de 4 car e, pêl "bişîne" dikim peyamên min a bi dûv û dirêj bi zehmetî dinivîsînim û çend cara kontrol dikim, wenda dibe û hişyariyeke beradayî "tu nikarî vê tiştê bike nizanim çi quzzilqurt" derdikeve û wenda dibe; malper jî min derdixe, divê car din ez têkevim û binivîsînim!! berê vê peyamê hewesa min nemabû lê êdî bes e. ev çi ye derketiye. berê ez çend seata li tirşikê bam jî malper min dernedixist. îcar qey di deh deqayê de derdixe. nuha dîn bûm û dibecim quran billeh. |
|
27.04.2015 00:36 ~00:40 |
biruya hayao miyazaki
|
80. xwezî bergeha tirşik.netê "antik" ba û bişkokên favorî, îstatiStîk û helbet kul û derd jÎ HEBA. dîsa jî kêfa me jê tê. |
|
31.05.2014 20:35 |
biruya hayao miyazaki
|
40. vê êvarî kirim û nekirim, tirşik.netê nehat Vebûn. EZ DIBÊJIM QEY VÊ PIRSGIRÊKA TENÊ MIN DÎT Û DIBE KU JI BER SERSALÎ NEHAT VÊBÛN. |
|
31.12.2013 22:47 |
biruya hayao miyazaki
|