Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [beşa sînemayê ya tirşikê] de;

36. di pergala heyî de mirov jê dernaxe ka çi fîlm e, çi rêzefîlm (rf) e. tenê di rf-an de dirêjahî mîsal wekî 10 tê nîşandayîn, lê ev hejmara beşên wê ne. heke berhama ku wê were vekirin ne fîlm be, lê belê rf be, bi min bila di agahiya cureyê de bibe xwediya etîketa "rêzefîlm"ê jî, da ku bikarhêner di beşa fîlman de bi hêsanî bigihîje rf-ên lêzêdekirî. ez bi xwe lê zêde dikim û gava li etîketa rf-ê ditikînim hemû rf-ên din jî derdikevin (ku bo niha tenê yên min lê zêde kirine têne rêzkirin). heman tişt pêkan e bo kurtefîlm, belgefîlm hwd jî bê çêkirin.



28.04.2023 22:33 ~22:37 | biruya hayao miyazaki

27. dema meriv fîlmek dişîne, êdî hew dikare agahî an jî rastnivîsên wê fîlmê rast bike. xwedê giravî ev tişt nehatiba serê min, ti haya min jê nedibû. *



29.04.2016 23:56 | biruya hayao miyazaki

21. beşa ku min fêm nekir ka çima ji filman re li ser 100î puanan tê dan. dema ez puan didime fîlman xwe mîna kaxizên azmûnan a xwendekaran dixwînim, dihisînim. * xwezî li ser 10 puan hatiba pilekirin.



17.12.2014 11:18 | biruya hayao miyazaki

8. beşekî gelek xweş û kêrhatî ye. min du roj berê destpê wergerandina a single man kir. xwedê zane wê kengî xelas be lê fîlmekî fîlmekî ye *



07.12.2014 16:12 | biruya hayao miyazaki