Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lazûrî] de;

4. çend sal berê, nizanim ji çi derketibû, dest bi fêrî lazûrî bûbûm. hîn jî pirtûka gramera lazûrî li malê ye. hevaleke min gotibû "ez bi xwe laz im û nakevim şopa lazî, tu çima dixwazî fêr bibe?!" dilê min bi wê dişewite. lê ew hewqas bûbû tirk ku min fêmnekiribû. çend meh xebitîm, gelek tişt jî 'elimîbûm, gelek peyv û hevok jiber kiribûm lê astenga bilêvkirin, bû sedema dev jê berdanê. ji xwe kurdiya min jî benda min bû... ez dibêjim qey pênç sal derbasbû li ser wê û nuha xêndî peyva "lazûrî" tiştekî di tûrika min de nemaye...



ev çend sal e ez şopînera "kolektîfa weşanê ya lazîka" me. kengî danasîna pirtûkekî lazî dibînim, kêfa min mîna kurdî, lê tê.



08.02.2015 00:15 | biruya hayao miyazaki