Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xezal] de;

15. gelek caran navê xezal bi gakûvî û pezkûvîyan tên tevlihevkirin. Belkî jî ev tenê ji bo min derbasdar e.* do bavê min dîsa li dokumentera heywanan mêze dikir. Heywanek derket. Min jê re pirsî, gelo ev xezal e. Got na ev gêyik e. Ajsjdk min got ez qurban Kurdiya wê tune ye? Hinek fikirî û got, wile ez zanim gêyik bi Tirkî ye, lê li hêla me tune ye, rebanên em ji kû zanibin. Bîstik din got ev ne pezkûvî ye jî. Xezal ji xwe belkî ji bizinê jî biçûk e. Îja pezkûvî hene, lê ew jî hema ji dola bizin û beran in, hewqasî ne mezin in. Got hela li ferhengê binêre. Wîkîferhengê pir alî min nekir û birûskek li hişê min ket û wêneyekê ansîklopediya zarokan ket ber çavê min. Îja di wê de gakûvî hebû ku wêne dişibiya heywanê dîmendera TV'yê. Bavê min got, niha bû. Wile rast e, ev dişibe gayan. Navekî xweş lê kirine.



31.10.2023 09:09 ~09:15 | biruya hayao miyazaki