Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [taştêyên dawiya hefteyê] de;

1. taştêya ku her tim ji rojên din xweşiktir e. li mala me piranî roja yekşemê tê lidarxistin. xêndî penêr, zeytûn, hêkên bi sicûq û nutella, vê rojê xwarinên patat û îsot û sosîsa sorkirî, hêka kelandî û şamborek, dims û reçel, donê esil û hungiv, bacana sor û xiyar, helbet tirşik ser siniyê dixemlînin. vexwarina çayê ya heta çaydan biqede, çalakiya herî populer e. piştî nîv saetê çêkirina qehwê ser taca sibe dibe. hele li malê dê û bav û xwişk û bira, jinbir û zava, birazî û xwarzî jî hebin, ew taştê dibe cejn. *



11.04.2015 12:28 ~12:34 | biruya hayao miyazaki