Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [v bûye b an b bûye v] de;

9. xweha min a biçûk her tim ji bo "bibe", dibêje "bive".

----ji husein muhammed, dengnasî di kurdî de, r. 74-75----
Guherîna B bi V/W di zimannasiyê de bi navê ”betasîzm” (inglîzî: betacism) tê nasîn. Navê vê
diyardeyê ji peyva ”beta” tê ku navê herfa B ya alfabeya yûnanî tê. Di yûnanî û gelek zimanên din
de jî B gelek caran dibe V yan W.
Di kurmancî de diyardeya guherîna B bi V li destpêka peyvê yan nîne yan jî gelek kêm e. Lê di
kurmancî û zaravayên din yên kurdî de jî guherîna B bi V yan W li nav û dawiya peyvê diyardeyeke
gelek berbelav e.
Di hin peyvan de di hemû zaravayên kurmancî de B/P bûye V/W lê di zimanên lêzim de B/P maye:
kurmancî: av, sêv, ewr
- soranî: aw, sêw, ewr
- farisî: ab, sîb, ebr
- belûçî: ap, sop, (lê* hewr-
- avestayî: ap-, ---, ebre-
- sanskrîtî: ap-, sêp-, ebhreDi rastiyê de di kurmancî de li nav û dawiya peyvên kevnar yên xwemalî yên xwerû de B qet nebû,

hemû bûbûn V yan W. Peyvên wek ”xirab, bab, reben, zebeş, kitêb” hemû bi rêjeyî di kurdî de
peyvên ”nû” ne, berî çend sedsalan ji hin zimanên din hatine wergirtin.
Niha jî di devokên kurmancî de – û di zaravayên din jî yên kurdî de – şerekî man û nemanê di
navbera B û V/W de heye. Piraniya kurmancîaxivan êdî B li nav û dawiya peyvê qebûl kiriye lê di
gelek devokan de ew hê jî cih dide V yan W:

- ’evd, ’ebd (ji erebî ” ’ebd )عبد
- kebab, kivav, kiwaw, kevav (ji erebî ”kebab )كباب
- kitêb, kitêv, kitêw, kitav, kitaw” (ji erebî ”kitab )كتاب
- ḥeb, ḥev67, ḥew68 (ji erebî ḥeb )حب
- bab, bav, bawk (soranî) (ji peyveke navneteweyî, bide ber ”baba” bi gelek zimanan
----ji husein muhammed,dengnasî di kurdî de----



10.02.2018 15:13 | biruya hayao miyazaki