Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengdana peyamên tirşikê] de;

1. ez nizanim divê em vê helwestê bidin wateya "xwendina peyaman" , lê gelekî kêm e. xêndî 2-3 hebê wan, tirşikvanên ku gelek peyam berhemandine, neketine serê lîsteyên çeppik-reşşik-ecêp/dayînê. helbet, kesek ne mecbûr e dengdayînê. lê ev helwest min dibe kalîteya peyaman. binêrin:



hejmara peyaman: 65.498

hejmara dengdanan: 11.097

cûdaiya navbera wan: 54.401



(bnr: pirsgirêkek heye).

lê çi ye, nizanim.



edît 1: ez heta nuha;

556 peyam nivîsandime. hejmara mijarên vekirî ya min 129 e. 731 car jî deng dame. (çeppik/reşşik/ecêp) di nav tirşikvanan de ji aliyê hejmara peyaman 24. im. di lîsteya reşkirdo de 2. (117 car); di lîsteya çeppikvano de 3. (579); di lîsteya ecêbmayîno de 4. (35 car) im.



divê rêzkirina lîsteya peyam-nivîsandinê û lîsteyên çeppikvan/ reşkirdo/ ecêbmayîno de rêjeyeke rastîn heba. ango ez di lîsteya dengdanê jî divê li dora 24. bibam. lê rêjeyek gelek ters heye. ji bo tijekirina tirşikê (tijekirinek baş) divê van lîsteyan hev bigrin. ji bo vaya jî kar dikeve milê tirşikvanan. bira binivîsînin, hêvî dikim heta hetayê, lê di heman demê de tirşikvanên mîna xwe bînin pêşiya vîtrînê.



edît 2: di lîsteya "Nivîskarên rcr'ya(rêjeya çeppik û reşşikan) wan herî zêde ye" de ez 23. im. Ango rêjeya min li gorî tevgerên min a li vê malperê gelek normal e. baş e. * aha min xwe kir tirşikvanek model *



carekê din;



(bnr: pirsgirêkek heye).

lê çi ye, nizanim.



16.05.2015 15:28 ~15:52 | biruya hayao miyazaki