Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [weşanên lîs] de;

1. weşenxaneyek kurdî ye. gelek girîngî didin wergera wêjeya cîhanê. çend pirtûkên wan a hatiye çapkirin, li vir e: (bnr: kurdiya wêjeya cîhanê)



malpera wan a fermî Here lînkê

rûpela wan a facebookê a va ye: Here lînkê



dizayna bergên pirtûka wan gelek xweş û dilkêş in û profesyonel xuya dike. cardin dizayna malpera wan jî ji gelek malperên kurdî xweşiktir û profesyoneltir e. her çiqas beşa Wêjeya Cîhanê ya Modern hebe jî, hişyariya "pirtûk tune ye" tê. lê george orwell, James Joyce, stefan zweig û orhan pamuk û hwd, wergerandine û pirtûkên wan çapkirine. ev camêrna ji xwe modern in...

weşanxane gelek jîr e. min li browserê nûçeyeke dît: Here lînkê

tarîxa nûçe 30yê tîrmeha 2009an e. Weşanxane ragihandiye ku ewê 100 klasîkê cîhanê biwergirîne kurdî. Li gorî tespîta min heta nuha dora 25 pirtûk hatiye wergerandin. Ev bernameyên wan bi piştgirya balyozxaneya swêdê hatiye plankirin. Ji xwe çend nivîskarên Sêdî hatiye wergerandin mîna selma lagerlÖf û harry martinson.



17.05.2015 12:36 ~13:39 | biruya hayao miyazaki