Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biruya hayao miyazaki

profîla "biruya hayao miyazaki"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [weşanên aram] de;

12. bi vê nûçeyê hay lê bûm ku weşanên aram deh pirtûkên klasîk ên zarokan (?) wergerandine kurdî. Here lînkê

ez bi kelecanî ketim malpera wan. di carekî de min pê li girêdana "gera li dor dinyayê di 80 rojan de" kir. jbk ez heyranê jules verne im ❤️. û lê neriyam ka çend rûpel e û ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. mixabin her du agahî jî tê de nayê dîtin! çima? ez wekî kirîdarekî pirtûkan her tim li van agahiyan dinêrim. mîsal heke ev roman ji fransî hatibe wergerandin ez ê pir pir kêfxweş bim ku yên tên bîra wan, aram di serê salên 2000î de ji zimanê fransî tîyatroyên moliereî wergerandibûn. lê ev nebûna agahiyê dilê min sar kir. belkî jî ji tirkî hatiye wergerandin ku ez ne li dijî vê rêbazê me, di sûc û cezayê de min qal kiribû. (belkî li ser twitterê) lê divê bibêjin, veneşêrin.

li aliyê din meraqa min a duda ev e: çend rûpel e? ev agahî pir muhîm e. jbk ev roman (û yên din) ji bo zarokan pir hatiye kurtekirin, sadekirin. heke hejmara rûpelên pirtûkê hebaya bi ya wê min ê tev bidaya. (bo gelo ji xwe re bikirim an ji biraziyên xwe re *) lê hejmara rûpelan jî kêm e. û ji ber navê rêzepirtûkê ku "klasîkên zarokan" e, (bo xwe) ditirsim ku 70 80 rûpel e... [wergera orîjînal a tirkî 240 rûpel in. xwedêyo înşale ya kurdî jî wergera orîjînal be]

bergên pirtûkan ji aliyê doğan güzel ve hatiye çêkirin ku bi rastî ez kelecan kirim.

hîn li pirtukakurdi.com nehatiye belavkirin. xweş, ew jî ji aliyê parvekirina hûrguliyên pirtûkan ve ne baş e.

nîşe: her yekî pir biha ne.:/ tirsikbank pêdiviyekê mezin e.* Gera Li Dora Dinyayê Di 80 Rojan De 48 tl ye bi daxistinî 33,60. :/
nîşe 2: navrûya weşanxaneyê tirkî ye. ma zehmet e ku mirov vebijêrka kurdî jî tevlî bike?



29.06.2021 20:31 ~20:54 | biruya hayao miyazaki